‘Mohkirina hevpeymana di navbera MSD û NY`yê de zemîna naskirina navneteweyî ye’

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Enwer Muslim da zanîn ku mohkirina hevpeymana di navbera NY û Hêzên Sûriyê Demokratîk de, zemîneke ji bo naskirina navneteweyî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. 

Muslim beşdarî civîna kesayet û rûsipiyên êlên gund û bajarokên kantona Kobanê bû û got: “Gelê me dest bi berhevkirina berhemyên ku çandiye kir û nûnertiya xwe ya siyasî û leşkerî dest bi xebata bi aliyên navneteweyî re kirin, da ku hêzên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewa bikin. Ev jî îro gav bi gav çêdibe. Hevdîtin di navbera nûnerên gel û nûnerên ji gelek dewletên navneteweyî de hene.”

Beriya niha bi çend rojan, NY`yê bi Hêzên Sûriyê Demokratîk re hevpeymanek der barê qedexekirina leşkerkirina zarokan, mohr kir. Gelek aliyan ev gav wekî destpêk û zemîna itîrafkirina navneteweyî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nirxandin.

Muslim bi berdewamî got: “Hebûna nûnerên leşkerî li Cenêvê ji bo mohkirina hevpeymanê da ku zarok beşdarî şer nebin, tê wateya ku aliyên navneteweyî Hêzên Sûriyê Demokratîk wekî hêzeke sereke û çalak li ser axa Sûriyê nas kiriye.”

Ji aliyekî din ve jî, Hevserokê Meclisa Edaleta Civakî Bekir Cerade jî got: “Di civakekê de ku ol û neteweyên cûda têde hebin, pirsgirêkên civakî jî têde hene. Lê îro divê nûnerên êlan û rûsipiyên wan destekê bidin Edaletê da ku pirsgirêkên di nava gel de yên ku bizanebûn têne çêkirin, çareser bikin.”

Cerade îşaret bi rola mezin a rûsipiyên êlan di çareserkirina fitneyan de kir.

(kc)

ANHA


Mijarên Din