Monitor: Kurd bi însiyatîfên Tirk ne bawer in û greva birçîbûnê didomînin

Li gorî malpera Monitor a DAY’yê weşandiye greva komî ya birçîbûnê li Tirkiyê tevî hiştina Enqereyê ya serdana parêzerên Ocalan jî, kete qonaxeke hesas. Çalakgerên greve bidawîkirina grevê ya ku bi şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, red kir.

Malpera Monitor  îşaret pê kir ku ji destpêka Mijdarê ve bi hezaran girtî dema hevseroka KCD’ê û parrlamentera HDP’ê  Leyla Guven  di girtîgehê de dest bi grevê kiriye, tev li greva birçîbûnê bûne.

Leyla Guven greva birçîbûnê piştî serbestberdanê di dawiya Çileyê de, li mala xwe domand.

Ji nav 60 kesên ku li derveyî girtîgehê tev li grevê bûne, 3 parlamenterên dîtir jî hene. Her wiha piraniya çalakgeran di girtîgehan de ne û ji 3 hezar heta 5 hezarî girtî ne. Li aliyekî din jî 15 girtiyan ji Nîsanê ve ragihand ku dê rojiya mirinê bidomînin.

2’Yê Gulanê ve Enqereyê hişt ku 2 parêzerên Ocalan pê re di girtîgeha Îmraliyê de hevdîtinekê li dar bixin. Ev jî ya yekê ye ji 8 salan ve piştî redkirina zêdetirî 810 daxwazan. Li aliyekî din jî xizmên Ocalan jî rastî kelepçeyên hevdîtinê hatin. Tenê di Çileya beriya 2 sal û nîvan de hişt ku birayê wî serdanê bike.

Malperê bal kişand ser ku ji 16’ê Gulanê ve wezîrê Edaletê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul got ku biryarên qedexekirina hevdîtina parêzeran bi Ocalan re hatine rakirin û bi wê re jî Ocalan dikare hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike.

Parêzera Ocalan Newroz Uysal li ser vê yekê got tîma qanûnî biryara qedexekirina hevdîtina parêzeran bi Ocalan re di 22’yê Nîsanê de rakiriye, lê li gel wê jî ta niha tene serdanek hatiye kirin.

Newroz Uysal wiha domand: "Ev ragihandin ne nû ye, lê di rastiyê de wezîr bi xwe ev tişt kifş kir ji ber ku got girîng e ji bo çalakgerên grevê."

Her wiha Buroya Hiqûqê ya Asrin a ku parêzeriya Ocalan dike, îşaret pê kir ku tecrîda girankirî li dijî muwikîlê wan nehatiye rakirin û xizmên Ocalan jî nahêlin serdana wî bikin.

Li gorî ku parlamentera HDP’ê  Ayşe Acar Başaran raber kiriye: "Çalakgerên grevê dayîna sînorekî ji tecrîdê re û garantiya dewamkirina serdana Ocalan daxwaz dikin."

Monitorê got dewletê tu gav û tu garantî di vê derbarê de ta niha pêk neanîne.

(fr)


Mijarên Din