Monitor: Têkiliya DYA’yê bi kurdan re ne taktîkî ye

Malpera Monitor a DYA’yê bi pênûsê nivîskara Tirkî Amberin Zeman îşaret pê kir ku nakokiyên Tirkiyê û DYA’yê der barê niyeta Enqere ya wergirtina moşekên Rûsyayê de yên ku di bingeh de ji bo hedefgirtina balafirên NATO’yê hatine çêkirin, berdewam in.

Amberin Zeman pêşbîn kir ku hevalbendên di NATO’yê de  ji kiryarên Enqere der barê têkiliya xwe ya bi Moskovayê re, bi taybet li gel gefên DYA’yê der heqê cezayên li ser Tirkiyê ku di kirîna moşekên Rûsyayê de israr kir, diêşin.

Li aliyekî din jî rojnameya Tirkiyê bal kişand ser ku di çarçoveya rewşa Bakurê Sûriyê de ya li ser "herêma ewle" hê jî negihiştine tu formekê. Sedem jî ew e ku xebatên li ser lihevkirina "herêmeke ewle" ya bi dirêjahiya sînorê Sûriyê û Tirkiyê hatiye pêşbînkirin, rastî astengiyan hatin.

James Jeffrey, berpirsiyarê payebilind di rêveberiya Donald Trump de li Sûriyê jî bi sendoqa Marshall a Almanyayê re li xwe mukir hat ku heta niha tu pêşketin pêk nehatine.

Li gor Monitor, Jeffrey bal kişand ser ku ragihandinaTrump ji nişkan ve di Kanûnê de der barê vekişîna tevahî hêzên xwe ji Sûriyê, di biryara xwe de guhartin çêkir ku plan ew e hin hêzên xwe heta demeke ne diyar li wir bihêle.

Di rojnameya Tirkî de hat diyarkirin ku axaftina Jeffrey a di çarçoveya metirsiyên Enqere ji YPG’ê yekalî ye. Lê belê diyar dibe ku ew îşaretê pê dike ev pirsgirêk tenê ya Enqereyê ye.

Jeffrey li ser YPG’ê got: "Hin sozên me der barê kesên tevî me şer kiriye hene." Kurd ji pêşengên Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) in yên ku DAIŞ’yên terorîst têk birine.

Jeffrey wiha domand: "Herêma ewle rêya baştirîn e ku pêk bê" Bi gotineke din li gor rojnameyê, Jeffrey tekez kir ku îdîayên Tirkiyê yên li ser herêma ewle weke DYA’yê dibîne, dê bingeh bibe parastina şêniyên Bakurê Sûriyê ji êrîşên Tirkiyê."

Di rojnameyê de ev tişt jî hat ku ev bi xwe guhartineke di diruşmeya Wezareta Karûbarên Derve ya DYA’yê ya ku her tim diyar dikir de ye ku hevalbendiya DYA’yê bi YPG’ê re" demkî ye, tenê danûstandin û taktîk in" û dê bi têkbirina DAIŞ’ê re bê rawestandin.

Her wiha rojnameya Tirkî da zanîn ku Tirkiyê dixwaze "herêma ewle" ya pêşbînkirî di bin hakimiyeta wê de be û armanc jê jî tunekirina YPG’ê di aliyê siyasî û leşkerî de ye.

Tevî vê yekê jî, Jeffrey anî ziman ku nakokiyên Enqerayê bi awayekî bingehîn di kûrahiya" herêma ewle" de ye ne ku di xwezaya avakirina wê de ye.

Li aliyekî din jî Kadrî Tastan dostekî payebilind ê Sendoqa Marshall a Almanî dibêje: "Nakokiyên di rêbaz de, lihevkirinan dûr dixe."

Nicholas Danforth ew jî dostekî din ê Sendoqa Marshall a Almanî ye ji Monitorê re diyar kir ku daxuyaniyên Jeffrey îşaretê bi gumana gihandina dozên bingehên ên di navbera DYA’yê û Tirkiyê de nakin.

Di nîşaneyke diyarker de der barê diyalogên ku hatine cemidandin de, Jeffrey serdanên xwe yên ji bo Enqerayê rawestandin, ew jî tevî ku bi wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hilosî Akar re li Brusselsê di Hizêranê de li hev rûniştin. Cara dawî ya ku nûnerê DYA’yê serdana Enqerayê kir di Nîsanê de bû. Belkî ev jî weke Tastan gotiye: "Amerîkî pêşbîn dikin ku Tirkiyê tu êrîşekê heta ku hêzên DYA’yê li Bakurê Sûriyê ne, nakin. Ji lewre ew ne bi hewceyî herêmeke ewle ne."

(fr)


Mijarên Din