Moskov: Bi kordîneya bi Tirkiyê re em ê topbarana li ser terora li Idlibê dewam bikin

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Vershinin îro got Rûsya û hêzên rejîma Sûriyê û bi kordîneya bi Tirkiyê re, wê topbarana li ser teror û çekdarên di Idlibê de dewam bikin.

Ajansa Spûtnîkê ya Rûsî li ser zimanê Vershinin ku bersiva pirsa dewama topbarana li ser Idlibê de wiha got: "Niha axaftin li ser refleksa êrîşên li ser teror û çekdarên li bajarê Idlibê tê kirin. Em bi aliyê Sûriyê re di vê mijarê de di nav kordîneyê de ne da ku bersiveke guncaw bidin."

Vershinin wiha dewam kir: "Der barê vê dozê em kordîneya bi aliyê Tirkiyê re jî dikin taybet pêkanîna mûzekereya 17`ê îlonê çûyî."

Wezîrê karê derve yê Rûsya Sergey Lavrov jî wiha got: "Baregeha esmanî ya Rûsya "Himêmîm" li Sûriyê ji aliyê çeteyên Cebhe El-Nusra li Idlibê rastî topbaranê tê, divê ev rêxistina terorê bê rakirin."

Ev hefteyeke hêzên rejîmê û bi hêzên esmanî yên Rûs êrîşên xwe li ser herêmên qaşo bê çek de pêk tînin.

Hêzên rejîmê duh bajarokê Kefirnebûdê ya stratejîk ku li bejahiya bakurê Hemayê kontrol kir, piştî ku roja sêşemê Til Osman û gundê El-Cenabirê yên girêdayî bajarok kontrol kir.

(jo)

 


Mijarên Din