Moskov û Riyadê mercên radestkirina pergala S-400’an nîqaş kirin

Ajansa Spûtnîk a Rûsyayê li ser zimanê xizmeta rojnameyê ya alîkariya pîşeyî ya leşkerî ragihand ku Rûsya û Erebistana Siûdî der barê mercên pêkanîna peymana 2017’an a wergirtina Erebistana Siûdiyê ya pergala parastina asîmanî ya S-400’an hatiye îmzekirin, nîqaş dikin.

Di daxuyaniya Xizmetê de hate gotin ku bi Erebistana Siûdî re der heqê dayîna pergala parastina asîmanî ya S-400’an a 2017’an de hatiye îmzekirin û wiha lê zêde kir: "Niha li ser mercên lihevkirina her du aliyan bi hevparên me re da ku dest bi pêkanîna vê peymanê bikin, tê nîqaşkirin.

Daxuyaniyê îşaret bi derfetên çêkirina pergala parastina asîmanî ya neteweyî ya Erebistana Siûdî bi bikaranîna pergala Rûsyayê ya dîtir re, kir û wiha tîne ziman: "Bi Erebistana Siûdiyê re plana yekemîn a derfeta pêşxistina pergala parastina asîmanî ya neteweyî bi bikaranîna pergala Rûsyayê re nîqaş dikin."

Di demeke berê de, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn gotibû Rûsya amade ye alîkariya Erebistana Siûdiyê der heqê parastina welêt de bike heke fermandarên wê biryara kirîna çekên Rûsyayê bidin.

Der barê wergirtina Erebistana Siûdiyê ya pergala parastina asîmanî ya Rûsyayê ya S-400’an a dijberê balafiran hevpeymanê di 2017’an hat îmzekirin. Lê belê hê jî tu barên moşekan wernegirtine. Lê belê di Sibata 2018’an de balyozê Erebistana Siûdî yê li Rûsyayê ragihand ku dan û standinên wergirtinê kete qonaxa xwe ya dawîn. Her wiha her du aliyan der heqê mijarên pîşeyî û lojîstîk de nîqaş kirin.

(fr)


Mijarên Din