Motorsîklêteke bombebarkirî li Til Helefê teqiya

Motorsîklêteke bombebarkirî li bajarokê Til Helef ê li rojavayê Serêkaniyê yê dagirkirî teqiya.

Li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine tevlihevî zêde dibe. Motorsîklêteke bombebarkirî li naverasta bajarokê Til Helef ê bi 3 km dûrî rojavayê Serêkaniyê teqiya.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku motorsîklêt li ser rêya Esfer Necar li naverasta bajarokê Til Helefê teqiyaye.

Çavkaniyan da zanîn ku ziyanên madî çêbûne, lê der barê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatine bidestxistin.

Di vê mehê de gelek teqîn pêk hatin, duh jî gelek mayîn di navendeke leşkerî ya li rojavayê navçeya Zirganê li kantona Hesekê teqiyan.

(oh)

ANHA


Mijarên Din