Mîraseyan diparêze û derbasî nifşên nû dike

Ji hezkirina wî ya ji mîraseya ku dapîr û bapîrên wî jê re hiştine, dikana xwe veguherand cihê komkirina alavên antik ku bala her kesî dikşîne.

Rexmî pêşketina teknelojiya li cîhanê ku bandoreke nerênî li civakê, bi taybet beşê ciwanan kiriye, lê dîsan jî kesên hene ku xwedî li nirx û mîraseya bapîr û dapîrên xwe xwedî derdikevin. Yek ji van kesan jî şêniyê bi navê Miqdad Tahîr e.

Miqdad Tahîr ê 50 salî, ji gundê Qentera yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ye. Miqdad dikana xwe veguherand mîna tabloyek kevneşopî ku bi alavên wê yên atnîkî bala herî kesî dikişîne.

Miqdad dibêje armanca wî ji vê gavê ew e ku kevneşopiyan biparêze û derbasî nifşên nû bike.

Miqdad, di sala 2017‘an de dikaneke çaw, betanî û perdeyan li taxa Şêxmeqsûdê vekir. Paşê dikana xwe berfireh kir û alavên kevin mîna cere û berdaqên fexar, neqiş û tenteneyan, kulavên hirî lê zêde kir.

Her wiha dîwarê dikanê bi wêneyên dengbêjên navdar wekî Eyşê Şan û Cemîl Horo, wêneyên zarokan û xwazeyê, Kelha Helebê, Îmam Elî, Zerdeşt, Îsa û Şêx Reşîd xemildanî ye. Di dikana wî de radyoyeke modêleke kevin jî heye.

Miqdad Tahîr ji ajansa me re sedema parastina alavên kevin vegot. Tahîr got: “Piştî ku em ji ber êrîşên Tirkiyê ji gundê xwe hatin derxistin, hîna rengê jiyana gundan û mûzika me parve dikir di bala min de maye. Her ku van wêneyan temaşe dikim jiyana gundewarî ya kevin tê bîra min."

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din