Mûsa Avşar: Îran rastiya qurbaniyên Koronayê vedişêre

Mûsa Avşar got: “Rejîma Îranê krîza vîrûsa Koronayê paşguh kir. Ev yek bû sedem ku li 219 bajaran 10 hezar û 900 kes bimirin. Rejîma Îranê tîmên tenduristiyê yên biyanî qewitandin, ji bo ku hejmarên rastîn ên rewşên vegirtina vîrûsa Korona û kêmasiyên amûrên tenduristiyê û dermanan veşêre.”

Endamê Komîteya Karûbarên derve yê Meclisa Niştimanî ya Berxwedana Îranê Mûsa Avşar di hevpeyvînek taybet bi ANHA`yê re qala belavbûna vîrûsa Korona ya li Îranê kir.

Avşar, Îranê tewan bar ku bi zanabûn vegirtin derbasî 16 dewletên din kiriye û got: “Ji ber ku ji destpêkê ve sînorên xwe negirtin û rêwîtiyên balafirgehan ji Îranê û derveyî wê re ranewestandin. Bi taybet ber bi Sûriyê û Iraqê ve. Ji tirsa ku cihê rejîma Melalî ya ku êdî kontrola xwe li ser wan dewletan winda dike, paş bikeve.”

Hevpeyvîn wiha ye:

Gelo li kîjan bajarên Îranê herî zêde korona belav bûye, asta vegirtinê li wir çiqas e?

Rêxistina Mucahîdî Xeliq a Îranê roja Sêşemê 24`ê Adarê piştî nîvro ragihand ku rewşên wefatê li 219 bajarên Îranê bilind bûye û gihaştiye 10 hezar û 900 kesan. Ji aliyekî din ve hejmara qurbaniyan li parêzgeha Kîlan li bakurê Îranê li ser berava Deryaya Qizwîn û navenda wê bajarê Reşt 1 hezar û 50 haletan derbas dike.

Gelo hikumeta îranê li dijî vê vîrûsê tedbîrên xwe girtin, tedbîrên erênî û neyînî çi ne?

Di dema ku dewletên cîhanê, karker û karmendan dabîn dikin da ku li mal bimînin, Hesen Rohanî di 21`ê Adarê de bê şerm axivî û got: Komployek li dijî şoreşê heye. Ji bo ku şirket û tevgera aborî li Îranê werin rawestandin. Divê em nahêlin ev tişt pêk were. Divê em di çarçoveya perspektîvên tendursitiyê de kar bikin. Her wiha got, tu planên Îranê ji bo amadekirina karantînayan li bajaran tune ye.

Mixabin rejîm hewl dide kerasetê ji aliyê siyasî ve bikar bîne û bêje ji ber cezayên Amerîka krîz çêbû. Xumeynî got, ihtîmal heye ku DYA`yê vîrûs ji bo Îranê afirandibe.

Birêz Meryem Rajawî got, axaftina Xumeynî rewşa rejîmê ya mirî û tirsa wê ji raperîna gelêrî diyar dike. Xumeynî hewl dide, nekêrhatiya û bêçareya rejîmê li hember vîrûsê veşêre. Her wiha hewl dide hêrsa gelê Îranê veguherîne nefreta li dijî DYA`yê. Di rastiyê de rejîma Îranê berpirsê krîzê ye.

bı nêrîna we gelo rejîma îranê peydakırına xebatên tendurıstıyê yên pêwîst jı gel re paşguh kır an ne?

Ji gelek salan ve rejîma Îranê gelê Îranê diçwesîne. Li şûna ku pêdiviyên bingehîn mîna navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan peyda bike, sponseriya terorê û êrişkirina herêmê dike. Ji ber keysbazî û rêveberiya şaş, gelek kêmasiyên amûrên bingehîn li dijî vê vîrûsê hene. Di hemû rewşan de li şûna şêwira tibî ya pîşeyî giraniyê didin nêrînên siyasî.

Tenê pasdarên Îranê navendên tenduristiyê kontrol dikin. Nexweşên din nikarên pêdiviyên yên bingehîn, mîna mask û madeyên pakkirinê peyda bikin. Pasdarên Îranê wan amûran li sûka reş bi 10 qatan difroşin.

Her wiha di saziyên girêdayî hêzên pasdarên Îranê yan jî buroya Xumeynî milkên mezin hene, beşek biçûk jê dikarin lêçûnên xweparastina ji vîrûsa Korona bidin, her wiha fonên karker û karmendan.

Çıma Îran derketina hemwelatiyên xwe ji derveyî Îranê qedexe nake. Bi taybet Iraq, Sûrıye û Lubnanê. Gelo rola Îranê di belavkirina korona li herêmê çi ye?

Ruxmî hişyariyan, şirketa Mahan Air a girêdayî pasdarên Îranê, rêwîtiyên xwe ber bi Çînê ve heta Adarê berdewam kir. Di encamê de Tehran li hemberî vê rewşê bersivek guncaw neda û di fezkirina karantîneyê li bajêr navenda tenduristiyê ya ji bo koronavîrusê de bi binket. Lewra Covid -19 bi kêmanî li 16 welatan belav bû.

Xemsariya rejîma Melalî li hember derbaskirina Korona ji Îranê ber bi welatên cîranê re, rûyek din a danûstandina rejîmê bi gelê Îranê re ye. Bi taybet di van şertan de êdî erd di bin lingên rejîma Melalî de li Iraq, Sûriyê û Lubnanê dihejin. Rejîma Îranê bi hewcedariya ku tevger, hebûna xwe û tevgera ajanên xwe li wan welatan zêde bike. Ji ber ku tunebûna rejîmê û endamên wê li qadên van welatan yanî jî qelskirina hebûn û belavbûna wê dê bibe sedem ku ji wan welatan were qewitandin, hebûn û hegemoniya wê tune bibe.

Cezayên Amerîka li ser Îranê çawa bandor li têkoşîna li dijî vîrûsê dike?

Rejîma Îranê hewl dide krîza Korona li Îranê bixe stûyê cezayên ku li ser Îranê hatine ferzkirin. Bi vê yekê reva xwe ya xeter ji berpirsyariyê, hincet digire. Her wiha bi van hewldanên eletewş dixwaze rastiya binketina rejîma olî di girtina tedbîrên xweparastinê de ji bo kontrolkirina belavbûna vîrûsê veşêre.

Ji aliyekî din ve hêzên pasdarên Îranê, aboriya Îranê kontrol dikin. Tevahiya pere û jêderên tenduristiyê yên heyî, di nav de mask û cil tenê ji rayedarên rejîmê û endamên leşker re diyar kirin.  Heta li cem bijşîk û perastdarên pêşengên têkoşîna li dijî vîrûsê di nexweşxaneyan de pêdiviyên tenduristyê yên guncew û cilên xweparastinê tune ne. 

Di gelek raporan de tê diyarkirin ku pasdarên Îranê amûrên pispor ên ku rêxistina tenduristiyê ya cîhan(WHO) pêşkêş kirine, di sûka reş de frotine. Ji destpêkê ve Melalî zanî ku vîrûs li bajarê Qim ê pîroz belav bûye. Gelek musliman serdana vî bajarî dikin. Lê ji ber tirsa ku ev agahî bandor li hilbijartinên parlamantoyê û pîrozkirina boneya salvegera şoreşa 1979`an bike. Ji ber wê bi zanabûn mijar veşartin û şênî hişyar nekirin. Di encamê de rewş ji bin kontrolê derket.

Di aliyekî din de rejîmê tu amadekariyên rêgirtina belavbûna vîrûsê nekirin. Heta Elî Xumeyî bi nexweşiyê kenî û got, vîrûs berhema dijminên Îranê ye. Bi awayekî tirane lome ji Amerîkayê kir û bi êrişek biyolojî binav kir.

Niha piştî diyarbûna asta belavbûna vîrûsê û belavbûna agahiyan bi awayekî berfireh li ser malperên toreya civakî, berdevkên rejîma Îranê êdî behsa asta kerasetê dikin. Diyar e ku hejmara kesên nexweşan bi lez zêde dibe. Veguhestina haletan ji nexwşxaneyên ne amadekirî re, binkeftina wan diyar dike.

Êdî li gelek nexweşxaneyan textên nexweşan nemane. Li gorî çavkaniyan ji bajarê Kaşkan ê girêdayî parêzgeha Asfehan, nexweşxane tijî bûne û gihaştine radeyekê ku nexweşan radikin Tehranê. Yanî bi 150 km dûr. Heta ku amûrên pêwîst ji bo fehskirina nexweşên vîrûsê li nexweşxaneyan nemane. Kadroyên tenduristiyê bê mask in.

Korona pandemiyek cîhanî ye û pêwîste hemû kedên xwe bikin yek ji bo ku rê li pêşiya wê bigrin. Gelo Îranê di vî warî de bi dewletên cîran re tu gavên cidî avêtin lê na?

Mixabin silametiya gelê Îranê ji bo rejîmê re ne girîng e. Lewra giringî neda dewletên cîran jî.

Di tevahiya cîhanê de, hikumet hewl didin azaran sivîlan sivik bikin. Lê Îan dewleta tekane ye ku rejîm û gel di aliyên cuda de ne. Mebesta kedên rejîmê siyasî ne ji ber vê yekê hejmara rast vedişêre. Yanî her binkeftinek rejîmê hêrsa gel a li hemberî rêbaza ku rejim li dijî vîrusê bi kar tîne wê derxîne holê. Ji ber ku heta radeyek mezin bûye sedema gûrkirina aloziyê.

Keraset li Îranê dozek acîl e û lez e. Ne tenê di sînorên Îranê de maye, li dewletên herêmê jî belav bû. Lewra divê civaka navneteweyî bi giştî û Konseya Ewlehiyê ya Navnetewî bi taybet li rejîmê ferz bike ku van nuqteyan bîne cih:

Tevahiya rastiyan û hejmarên girêdayî belavbûna COVID-19 li Îranê belav bike. Ji rêxistinên navneteweyî yên têkildar re pêşkêş bike. Da ku jiyana gelê Îranê û gelên dewletên din ên herêmê xilas bikin.

Tedbîrên bi lez bigire ji bo tevahiya girtiyan bi taybet girtiyên siyasî serbest berde, ji bo ku rê li pêşiya pêkhatina kerasetek mirovî bigire.

Şandina alîkariyan ji Îranê re û belavkirina wê ji hêla rêxistinên navneteweyî ve da ku rejîma Melalî nedize.

Rejîma Melalî tîma bijîşkên bê sînor ji Îranê qewitand, ev jî mînakek din a xemsariya rejîma Melalî ye. Ev tîm tevî 9 bijîşkên pispor û du balafirên tijî amûrên pêwîst, çûn Asfehanê da ku nexweşxaneyek meydanî ava bikin. Lê rejîmê tîm qewitand, ji bo ku hejmara rastîn a haletên vegirtina Korona û haletên wefatê nas nekin. Her wiha xemsariya rejîmê jî eşkere nekin. Şêwirê wezîrê tendursityê yê rejîma Melalî  di vî warî de got: Piştî ku karînên hêzên çekdar ên tenduristiyê hatin bikaranîn, êdî pêwîstî bi karînên hêzên biyanî nema.

Birêz Meryem Racawî got: Qewitandina bijîşkên bê sînor, yên ku piştî lihevkirin û koordîneyê çûn Asfehanê, israra Melalî ji bo veşartina sûcên xwe diyar dike. Bi taybet hejmara qurbaniyan. Reftariya Îranê rastiya pirsgirêka sereke li Îranê teqez dike ku dîktatorek ku tenê ji desthilatdariyê hez dike heye. Giyanên mirovan li cem wê bê qîmet in. Tenê alîkariyên ku digihêjin wê bê çavdêrî pêşwazî dike da ku bike xizmeta pasdar û rêveberên rejîmê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din