Mûsa Kino: Divê nêrîna siyasî bibe yek, ji ber ku dijmin ji parçebûnê sûdê werdigire

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitî ya Kurd li Sûriyê Mûsa Kino got parçebûna kurdî derfetê dide hêzên derve û dewletan û bi rêya wê hewl didin parçebûnê di navbera Kurdan de biafirînin.

Ruxmî daxuyaniyên ku banga yekitiya siyasî ya kurdî dikin, lê ev mijar di xeta şoreşa Rojava de bûye mijara herî girêk dûrî destkeftiyên şoreşê û xetereya êrişên li ser wê.

Ajansa me hevpeyvînek bi endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitî ya Kurd li Sûriyê Mûsa Kino re çêkir. Kino diyar kir ku parçebûna kurdî armanceke hêzên derve ye û bi rêya wê hewl didin wê parçebûnê zêde bikin. Divê partiyên Kurd gavên dîrokî ji bo parastina şoreşa gelê Kurd biavêjin, ne tenê daxuyaniyan bidin.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

Gelo partiyên kurdî rola xwe di rêveberiya kolana kurdî de û avakirina yekitiya kurdî li Rojava lîstine?

Di salên şoreşê de û şerên li Rojava rû dane, êdî hêza leşkerî ya kurdî di şerên tunekirina terorê de diyar bû. Bi dehan dewletan pesnê vê hêzê da. Lê em vê beşekê dihesibînin. Beşa girîng ew e ku nêrîna siyasî ya kurdî li Rojava bibe yek. Mebesta min partiyên siyasî ne. Yên ku dijmin ji parçebûna wan sûdê werdigire û projeyên xwe yên mêtingerî li ser erdê bimeşîne.

Wek Partiya Yekitî me gelek caran banga lidarxistina kongreyên kombûna partiyên kurdî kir, mîna Hewlêr 1, Hewlêr 2 û civîna Dihokê ya ku di encamê de lêvegera siyasî ya kurdî piştî lihevkirina partiyan li ser piraniya nuqteyên nakok ava bû.

Piştî wê mijara yekitiya mala kurdî li kêfa pergalên serdest ên Kurdistanê, di serî de Tirkiyê û Îranê, nehat. Ji ber wê hinek partiyên siyasî yên kurdî yên ku ji bo berjewendiyên partiyetî yên teng û kesayetî kar dikin, bi kar anîn û nakokiyek hundirîn li Rojava afirand. Vê jî parçebûneke nû afirand. Lewre hemû li ser hebûna astengî û kêmasiyên yekkirina nêrînan li hev dikin. Ji ber wê ez dibêjim wek partiyên siyasî yên kurdî di salên şoreşê de em ne mîna ku dihat xwestin bûn.

Li gorî we şoreşa Rojava li hember xetereya qirkirinê ye mîna şoreşên kurdî yên dîrokî û heya kîjan astê bandora yekitiyê lê heye?

Dema em dîroka şoreşên kurdî dixwînin, bala me dikişîne ku dijmin her tim çînek ji Kurdan ber bi xwe ve kişandiye. Ev çîn roleke mezin di afirandina parçebûnê de di navbera Kurdan de lîstiye. Îro tevahiya partiyên siyasî yên kurdî banga yekitiya kurdî dikin. Ev jî dihêle gelê me şaş bibe. Êdî daxuyaniyên çapemeniyê yên banga yekitiyê, bûne tiştekî rûtîn. Tenê gotin hene. Divê partiyên kurdî rola xwe bi awayekî pratîk bilîzin.

Gelê Kurd ji nêrînên partiyên me yên siyasî û xebatên wan ên bêencam, ne razî ne. Em gelek caran dibêjin hêza tekane ku em pişta xwe didinê, gelê me ye. Divê ev gel tevahiya partiyan û hêzên siyasî muhasebe bikin. Îro gelê me di kêliyên dîrokî de ye. Eger Partiya Yekitî wek mînak li pêşiya çareseriyê be, divê ev partî xwe bide aliyekê. Divê gel partiyên siyasî lanet bike, madem ev şoreş qir dibe bêyî ku bilivin.

Wek Partiya Yekitî heya kîjan radeyê we hewl da kongreya neteweyî ya Kurdistanê li dar keve û gelo hewldanên wê di vî warî de cidî bûn?

Ez ê behsa vê dawiyê bikim. Me hevdîtin bi partî û hêzên siyasî yên kurdî li herêma Kurdistanê û li Rojava li dar xistin. Me dît ku çareserî di wê însiyatîfê de ye. herî kêm di vê dema niha de ku kurd tê re derbas dibin. Ji ber ku rewş ezeztiyek bêtir tehemûl nake. Bi texmîna min nêzîkbûna partiyên din girêdayî wê însiyatîfê ji her demê bêtir baş bû, çendîn daxuyaniyên kesayetî hebû.

Hûn çawa li hewldanên partiyên kurdî yên din ên li Rojava, girêdayî mijara yekitiya mala kurdî dinêrin?

Hûn nikarin asta serkeftinê ya ku dibe pêk were, eger em bibin yek, xeyal bikin. Di vê pêvajoya hesas de divê em partî nakokiyên xwe yên partiyetî yên teng bidin aliyekê, madem em wek hêzeke kurdî têne hedefgirtin. Em bi qirkirinê re rû bi rû mane. Efrîn hate dagirkirin, va ye Serêkaniyê û Girê Spî jî hatin dagirkirin. Gelo heta kengî em ê wisa bimînin? Divê gelê me karên partiyan binirxîne û li dijî biryarên partiyetî yên şaş girêdayî çaranûsa xwe serî hilde. Ne ku li hember pêşeroja xwe bê deng bimîne.

Bi nêrîna we rola ku hikumeta Başûrê Kurdistanê dikare bilîze ji bo ku destkeftiyên Rojava biparêzin, çi ye?

Hikumet û gelê herêma Kurdistanê jî di van salan de rastî zehmetiyan hatin. Me dorpêça ku berê li ser hatiye ferzkirin, dît. Beriya wê jî mijara referandûmê û encamên wê yên ku mîna derbeyeke mezin ji Kurdan re bi giştî bû. Lê di rastiyê de eger partî û hêzên siyasî li Rojava xwedî nêrîneke hevgirtî bin, wê demê hikumeta herêma Kurdistanê wê neçar bimîne desteka me bike. Lê eger parçebûn wisa bimîne, em nikarin pişta xwe bidin rola hikumeta Başûr. Lewra divê em loma ji xwe bikin.

Lê wek erk divê hikumeta Başûr zextê li Encûmena Niştîmanî ya Kurd bike ji bo ku tawîzan pêşkêş bike da ku yekitiya kurdî pêk were. Herêma Kurdistanê di gelek zehmetiyan re derbas bû. Wek Kurdên Rojava me desteka Kurdên li wir kiriye. Lê me mudaxeleya kar û barên wê nekir. Divê hikumeta Başûr bikeve ferqa vî tiştî. Li Rojava rewşenbîr û siyasetmedarên me hene. Ew dikarin gel ji vê aloziyê derxin. Divê ew jî desteka me bikin ne ku mudaxeleya kar û barên me bikin.

(şx)


Mijarên Din