MSD’ê daxuyaniya Itîlafa Wetenî şermezar kir

MSD’ê daxuyaniya ku ji aliyê Itîlafa Wetenî ya Sûriyê a Hêzên Şoreş û Guhartinê der barê  “plana awarte ya rizgarkirina Rojhilatê Firatê de hatiye weşandin “, şermezar kir.

Şermezarkirina Meclisa Sûriye Demokratîk(MSD) a der barê daxuyaniya Itîlafê de, bi daxuyaniyekê nivîskî ku li ser malpera xwe ya fermî weşand, hat.

Yê ku bi Itîlafa Wetenî ya Sûriyê ya Hêzên Şoreş û Guhartinê tê nasîn, duh bi daxuyaniyeke bi navê "Plana awarte ya rizgarkirina herêmên Rojhilatê Fratê ji dest Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)" ragihand.

Daxuyaniya Meclisa Sûriye Demokratîk(MSD) wiha ye:

 “Careke din ji kesên ku di Itîlafê de mane û ya qaşo hikumeta wê ye, daxuyaniyekê diweşînin û tê de rêbaz û metodên rejîma Tirkiyê yên der barê girêkkirina aloziya Sûriyê ya têkbirina çi hewldanên herêmî yan jî navdewletî de ku çareseriyên aloziyê bin pê bikin, derdikevin. Di daxuyaniya dawiyê de jî beriya her tiştî tê de tê eşkerekirin ku tirsa xwe der barê derfetên hevpar ên MSD’ê di çareseriya siyasî de heye. Ew ne jî tenê tirsa xwe ji hêla Koma Biçûk(DYA, Fransa, Erebistana Siûdiyê, Misir, Brîtanya, Almanya û Urdinê) heye, lê belê ji helwestên fermî yên dawîn ku ji nûnerê navneteweyî yê taybet ê dosyeya Sûriyê Gir Pedersen yên pêwîstiya beşdarbûna Meclisa Sûriyê Demokratîk(MSD) di xebata siyasî de jî derketine, heye.

Enqere di hewldan û binpêkirinên xwe de li gel herêmên dagirkirî; Cerblus, Bab, Ezaz, Efrîn, Idlib, bejahiyên Hema û bakurê Laziqiyê hêvî dike hin herêmên din dagir bike. Rejîma Tirkiyê ya ku azara krîzên siyasî, aborî û binesaziya hundirîn dikişîne, aloziyên xwe derdixe derveyê Tirkiyê. Her wiha jî di daxuyaniyê de, kêfxweşiya xwe ji rêxistinên terorîst ên ku Efrîn û Idlibê dagir kirine re eşkere dibe û bi wê re jî hewl didin li ser kiriyar û sûcên ku derheqê gelê Sûriyê tên kirin veşêrin.

Di vê çaroveyê de, em MSD’ê di demeke ku vê  daxuyaniya ku ji hêla Itîlafa ve hatiye weşandin de şermezar dikin, tekez dikin ku herêmên me bi xwîna şehîdên QSD’ê hatine avdan ku tê de xwîna Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen, Ermenî, Îslam, Xiristiyan û Îzîdî ji hemû pêkhateyên civakê tev li hev bûye, vê yekê bi tenê hişt herêmên me bigihîne ewlehî û aştiya ku niha şansa me ye, pêk anî. Ew jî sedema ku herêmên me ji teror û despotan rizgar bibe. Her wiha ev yek bû bingeha avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêbazekî ber bi jiyana hevbeş, biratiya gelan û yekitiya çarenûsê ve û modela yekane ya çareseriya aloziya Sûriyê. Ji ber wê ji bo kesên di vê derbarê ji xwe dipirsin an jî tenê difikirin van herêman dagir bikin, divê baş hesabên xwe bikin. ji ber herêmên me ji sûriyên niştîmanî re ye û ne ku ji kesên bipere ji ajandeyên wêrankirinê re dixebitin. Ev jî ji yek sedemên ku hembêzkirina civakî ya Rêveberiya Xweser, MSD û hêzên wê yên leşkerî QSD’ê ye.  Di heman demê de jî piranî dewletên herêmî û cîhanî pê bawer bûn ku Rêveberiya Xweser pêwîstiyeke dîrokî û xeta yekemîn a li hember qedexekirina jinûveavakirina rêxistinên terorîst e piştî têkbirina wê ya leşkerî li ser destê QSD’ê bi piştevaniya Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya DYA’yê ya li dijî terorîstê.

Em  bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî sûriyên di hundir û derve de dikin ku li hember Itîlafa Wetenî bisekinin û hişyar bin. Her wiha em bang li birêz Sekreterê Giştî yê NY’yê, nûnerê taybet, Meclisa Ewlehî, Camîa El-Erebiyê, Koalîsyona Navdewletî dikin ku bergiriyên sînordarkirina rola dijminatî ya rejîma Tirkiyê pêk bînin û li ser bidawîkirina dagirkerî û binpêkirinên peyman û mîsaqên navdewletî rawestin.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din