MSD: Dewleta Tirk a dagirker Efrîn kiriye cihê tundraw û terorîstan

MSD`ê bang li hemû aliyên Sûriyê kir ku hêzên xwe bikin yek da ku hemû dagirkeran û di serî de dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derxin. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk aloziya Sûriyê bi kar anî û hin welatiyên Sûriyê kirin çete û leşker ji bo ku xizmeta berjwendiyên wê li herêmê bikin.

Di salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuyaniyê de, MSD`ê îşaret bi sûcên qirkirina etnîk a li herêmê kir û got herêm veguheriye cihê kombûna tundraw û terorîstan.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin ku salvegera 10'emîn a serhildana gel li Sûriyê hemwextî salvegera 3'yemîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve tê û got: “Dagirkirina Efrînê ji bo qelskirina derfeta pêkanîna armancên ku gelê Sûriyê beriya 10 salan ji bo wan serî hildaye, pêk hat.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 sal e li hemberî şêniyên resen ên Efrînê siyaset û planên dijber dimeşînin. Piştî ku zêdetirî ji sedî 80 ji şêniyên herêmê dan koçberkirin. Her wiha bi awayekî sîstematîk siyaseta tirkkirinê meşand, nasnameya herêmê û binesaziya wê ya mirovî guherand û herêm ji herêmên din ên Sûriyê qut kir. Li kêleka wê, rojane binpêkirin û kiryarên xirabkirinê yên neqanûnî û nerewa li Efrînê pêk tên.

3 salên berê, dagirkeriya Tirk çeteyên xwe berdan herêmê da ku sûcên herî hov li dijî gelên herêmê wekî dizîna mal û milkên wan û tengavkirina wan pêk bînin.

Tevî ku gelek aliyên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî qirkirina etnîk li Efrînê û hebûna çeteyan li wir, bi raporan belge kirin, lê hîna jî civaka navneteweyî li gorî rêgezên NY`yê û biryarên navneteweyî yên têkildarî rûmeta mirovan û rêzgirtina li serweriya welatan, helwesteke cidî negirtiye.”

MSD`ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê ku dewleta Tirk pê dagirkeriya xwe li Efrînê rewa dike, ne rast e. Ew bi wê yekê qanûnên navneteweyî yên mirovî û peymana Cinêvê ya 4`an binpê dike.

MSD`ê her wiha bang li NY, Meclisa Ewlehiyê û Parlamentoya Ewropayê kir  ku helwesteke cidî bigirin û hebûna artêşa Tirk li bakurê Sûriyê wekî dagirkerî bipejirînin û wiha lê zêde kir: “Divê dagirkeriya Tirk bi dawî bibe, rewş wekî beriya dagirkirina Efrînê vegere, dewleta Tirk bê neçarkirin ku helwestên xwe yên dijminane li dijî gelê Kurd rawestîne û madeya 25`an a rêgezên NY`yê pêk bîne.

Her wiha bang li sekreterê giştî yê NY`yê kir ku komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe ava bike da ku der barê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê de lêpirsînê bike û vegera ewle ya şêniyên resen misoger bike, hemû biyaniyên li wir derxe û hemû rengên dagirkeriyê rake.

Di dawiya daxuyaniyê de MSD'ê bang li welatiyên Sûriyê kir ku dagirkeran ji xaka Sûriyê derxin û wê yekê bikin destpêk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û bidawîkirina azarên gelê Sûriyê.

(dm)


Mijarên Din