MSD di demeke nêz de li derve warşeyên nû lidar dixe

MSD`ê bi armanca yekîtiya nêrîna opozîsyona Sûriyê ya demokratîk, ji bo lidarxistina kongreyek giştî û nîqaşkirina encamên komxebata diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemên, amadekariyên lidarxistina werşeyên kar li Almanya û dewletên Iskandinavyayê dike.

MSD`ê di van demên dawîn de li gorî encamên komxebata diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn ya ku di rojên 27 û 28`ê Adarê de li darketiye, hewldanên xwe zêde kirin. Wek encamê komxebatê, beşdaran li ser nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê li gorî destûra Sûriyê ya nû li hev kir.

Nexşerê ji yekrêziya refa opozîsyonê, vedîtine veguherînek bingehîn û giştî ji aloziya Sûriyê re, bidawîkirina dagirkeriyê, hebûna biyanî li ser erdê Sûriyê û lidarxistina kongreyek neteweyî ji opozîsyona demokratîk a Sûriyê re pêk tê.

Girêdayî wê endamê Komîteya Amadekar a werşeyên MSD`ê li derve Hisên Umer ji ajansa me re axivî. Umer qala amadekariyên MSD`ê yên ji bo orgenîzekirina gelek werşeyan li dewletan, piştî werşeyên Parîs û Viyanayê kir.

MSD`ê werşeya kar a yekemîn li peytexta Firansayê Parîsê di 29 û 30`yê Hezîranê de û li peytexta Nemsayê Viyana di 12 û 13`ê  Tîrmehê de lidar xistin.

Umer destnîşan kir ku MSD`ê amadekariya lidarxistina werşeyên kar li Almanya û dewletên Skendenafiya dike.

Umer diyar kir ku di wan werşeyan de tecrubeya projeya Rêveberiya Xweser û nexşerêya komxebata diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn dê werin nîqaşkirin. Her wiha hewldana lidarxistina kongreyek neteweyî û giştî ji hêz û kesayetên opozîsyona Sûriyê ya demokratîk re, tê kirin.

Umer balkişand ser werşeyên ku li Parîs û Viyanayê lidar ketine û got: “Ji ber serkeftina her du werşeyan MSD teşwîq bû da ku werşeyên dîtir li derve  organize bike. Bi taybet ji ber ku piraniya opozîsyona çalak a xwedî helwest, nêrînên cuda û li hember Rêveberiya Xweser hesas e, li derve ye."

(şx/bm)

ANHA 


Mijarên Din