MSD’ê gefên Tirkiyê nîqaş kir; armanc têkbirina demokrasiyê ye

MSD’ê di civînek a xwe de diyar kir ku armanca gefên Tirkiyê tinekirina tecrûbeya demokratik e.

Meclisa hevserokatiyê ya Meclisa Sûriye Demokratîk(MSD) vê sibehê, civînek li navenda bajarokê Eyn Îsa li dar xist. Di civînê de ji hêla hevseroka Meclisê Emîne Umer û piraniya endamên Meclisê ve hin nîqaş derbarê astengiyên li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî tunekirina leşkerî ya çeteyên DAIŞ’ê û gefên Tirkiyê yên li ser herêmê, hatin kirin.

Di civînê de gefên Tirkiyê yên li ser herêmê, mijûlkirina NATO’yê û DYE’yê derheqê girêbest pergala moşekên S-400 yên Rûsyayê, li rexê jî vegera çalakiyên çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê hatin nîqaşkirin.

Li aliyekî din jî beşdaran werşeyên xebatê yên ku Meclisê li derve pêk anîne, nirxandin û îşaret pê kirin ku bi helwestên erênî ji hêla oposîzyona neteweyî ve hatine qebûlkirin. Ji ber ev proje, modela yekane ya çareseriya aloziya Sûriyê ye.

Girîngiya civînê li ser gefên Tirkiyê yên cidî bûn û her wiha jî ew gef bi hedefa tunekirina modela demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku nêzî rewabûna navdewletî hatin binafkirin.

Li rexê jî danîna stratejiya parastina van herêman bi hevalbendên peywer re tevî koordînakirina bi QSD’ê re. Her wiha jî hat diyarkirin ji tevahî aliyan re ji bo diyalogê, weke Rûsya û rejîma Sûriyê da ku pirsgirêkên bigirêkok çareser bibin, vekirî û amadene.

Endamên Meclisê bal kişand ser ku dê berxwedana parastina herêm û destketiyan, heke tevahî rêyên dîplomasî vala çûn, pêk bînin. Parastina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  berpirsiyariya aliyên leşkerî ye, lê belê berpirsiyariya hemûyan e.

Beşdaran girîgî da zêdekirina lidarxistina kedên dîplomasî li ser astên erebî, herêmî û navdewletî.

Ji wê jî zêdetir divê desthilata Sûriyê bi erka xwe ya parastina seweriya xaka Sûriyê pêk bîne. Her wiha bang li tevahî hêzên neteweyî yên demokratîk kir ku parastina welatê xwe bikin.

Teqînên bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û tevahî herêmên Sûriyê bi giştî şermezar kirin. Bang li raya giştî ya cîhanê kir ku rejîma Erdogan dê ji nû ve terorê vejîne.

Beşdaran biryar stand ku nameyê ji aliyên navneteweyî û YE’yê re rêke da ku fişarê li Tirkiyê bikin.

Di dawiya civînê de beşdaran tekez kirin ku dê xebata rewşa xizmetguzariyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşde bibin. Ew jî piştî guhdarîkirina li kurtexebatên ku Rêveberiya Xweser di meha borî de kirine.

Hikumeta AKP’ê gefên êrîşkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bihaneya parastina ewlehiya nîştimanî, dixwe. Ew gef jî di çarçoveya berjewendiyên Tirkiyê û dewlemniyên binerd, dahatûyên aborî û çandî li herêmê de ne û li rexê jî armanca wê ew e ku pêkhateyên herêmê têk bibe û guhartina demografî pêk bîne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din