MSD`ê geşedanên dawîn ji şêniyên El-Ekêrşî re şîrove kir

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji şêniyên bajarokê El-Ekêrşî û gundên wê re ku girêdayî başûrê gundewarê Reqayê ye, civînek li dar xist. MSD’ê di civînê de geşedanên dawîn ên siyasî bi giştî û dosyaya ewlehiya sînoran bi şêniyan re nîqaş kir.

Civîn li dibistana El-Ekêrsî li dar ket. Bi dehan şêniyên bajarok û gundên girêdayî wê tevî endamên Meclisa Sivil a Reqayê, Meclisa Sûriye Demokratîk û Meclisa Jinên Sûriyê beşdarî civînê bûn.

Bi navên Buroya Têkîliyên Giştî hevserokê buroyê Ferhan Hec Îsa, Meclisa Sivîl a Reqayê, Meclisa Sûriye Demokratîk Baran Mistefa û Meclisa Jinên Sûriyê koordînatora giştî ya meclisê Lîna Berekat, axivîn hatin kirin.

Di axaftinan de hate tekezkirin ku piştî 8 salan li ser aloziya Sûriyê diyar bûye ku alozî bi şer çareser nabe. Çareseriya siyasî bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî û lihevkirina di navbera tevahiya aliyan û pêkhateyên Sûriyê de pêkane. Ne ku bi rêya civîn û kongreyên li derve li dar dikevin mîna Cinev û Astanayê.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku gotegotên ku di çapemeniyê de di vê dawiyê de têne belavkirin û îdia dikin ku Hêzên Sûriye Demokratîk dê axa ku ji DAIŞ`ê rizgar kiriye radest bike, ji rastiyê dûr in. Ew şerek çapemenî ye û armanca wê hejandina aramiya herêmê, belavkirina fîtneyan di navbera pêkhateyan de, têkbirina jiyana hevpar û hevgirtina gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Her wiha di axaftinan de behsa `Herêma ewlehiya sînoran` a ku yekemên gavên wê li Girê Spî û Serêkaniyê hatine avêtin, hate kirin. Hate destnîşankirin ku bendên wê bi erêkirina Hêzên Sûriye Demokratîk hatine lihevkirin. QSD, YPG û YPJ`ê dê nuqteyên xwe radestî meclisên leşkerî yên herêmî bikin û dê herêm ji hêla ciwanên xwe ve were parastin. Kûrahiya wê herêmê dê di navbera 5 km heya 14 km be û dê li wê herêmê dewriyên hevpar di navbera Koalîsyona Navdewletî û QSD`ê de bi koordîneya aliyê Tirk werin meşandin. Ev dewriye dê çavdêriya herêmê bike û rê li pêşiya her binpêkirinekê ji aliyê Tirkiyê ve li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire.

Di dawiya civînê de axaftvanan pêwîstiya hevgirtina gelên herêmê,  sekinandina li hember tevahiya gefên derve û hudirîn ên li dijî ewlehiya herêmê û parastina axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan tekez kirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Meclisa Sûriye Demokratîk rêzecivînan mîna vê ji şêniyên Reqa , Dêrazorê û gundewarên wan re çêdike da ku rewşên siyasî ji şêniyan re şîrove bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din