MSD: Helwesta me ya têkildarî diyaloga bi Rejîma Sûriyê re sabît e

MSD‘ê ragihand ku, helwesta wê ji mijarar danûstandina bi Rejîma Sûriyê re ji destpêka aloziya Sûriyê ve sabît e û eger helwestên Şamê erênî bûn ew ê ji wî tiştî re rêzdar bin.

Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) daxuyaniyek da raya giştî, tê de got:" Lihevkirina leşkerî ya di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk û artêşa rejîma Sûriyê ya bi sponseriya Moskovayê destpêka avakirina girtekên baweriyê ye ya ku em bi hewcedariya wê ne da herêman ji dewleta Tirk a dagirker rizgar bikin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

‘‘Meclisa Sûriye Demokratîk di çarçoveya mezintirîn hevalbendiya hêzên opozîsyona demokratîk a Sûriyê careke din radighîne ku ew amade ye bi hikumeta Sûriyê re bikeve diyalogê.

Wek Meclisa Sûriye Demokratîk me hevdîtina serok Beşar El-Esed a ku duh bi şev hatiye weşandin şopand. Ruxmî ku em pê re di gelek mijarên girêdayî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li hev nakin, lê me di axaftina wî de dît ku astengî tune ye ku tev li diyalogek rastîn bibin da ku li hember xeterî û gefên pareçkirina Sûriyê ji bo çeteyên faşîmza Tirkiyê bisekinin.

Sûriyê di van kêliyan de rastî mezintirîn prosesa qirkirin, çewisandin û wêraniyê tê.

Li ser vê yekê Meclisa Sûriye Demokratîk wek mezintirîn çarçoveya hevalbendiya hêzên opozîsyona demokratîk li Sûriyê tê hesibandin radighîne ku ew ji bo avakirina oposîzyonek sûrî rastîn ji tevahiya aliyên derveyî Meclisa Sûriye Demokratîk çi li hundir an jî li derve, her wiha yên ku ji Cinev û Astanayê yan jî ji komîteya destûrî hatine dûrxistin û tevahiya kesên ku ragihandine têkiliya wan bi çareserkirina aloziya Sûriyê heye vekirî ye da ku bi hikumeta Sûriyê bê şertên pêşîn û li gorî rêgezên niştîmanî; yekitiya Sûriyê, ax û serdestiya wê dest bi diyalogê bikin.

Em teqez dikin ku helwesta me ji mijara danûstandinê bi hikumeta Şamê re ne ya niha ye lê belê ji destpêka aloziya Sûriyê ve sabît e. Eger helwesta Şamê bi helwestên me re erênî bûn, em ê ji wî tiştî re rêzdar bin û wek gavek pêwîst ji berxwedana gelê me û amadebûna wî ji bo rizgarkirina her bostek ji axa Sûriyê bihesbînin.

Em lihevkirina leşkerî ya di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk û Rejîma Sûriyê de ya bi sponseriya Moskovayê wek destpêka avakirina girtekên baweriyê dihesbînin, yên ku em bi hewcedariya wê ne ji bo ku rizgarkirina axa xwe ji dagirkeriya Tirk heya bighêjin Efrînê bidomînin. Bi vê boneyê em şehîdên artêşa Sûriyê yên ku ji bo parastina bakurê Sûriyê şehîd  bûne û xwîna wan tev li xwîna şehîdên Hêzên Sûriye Demokratîk bi Kurd, Ereb, Çerkez, Ermen û Asurê xwe ve silav dikin. ji bingeha dilsoziya bi xwîna şehîdan re û rêgezên me em amade ne bikevin danûstandinan ji bo ku têgihiştina  şaş ên ku dibêjin Rêveberiya Xweser parçebûna Sûriyê dixwazin vala derxînin. Lê belê QSD`ê nûnertiya vîna pêkhateyên Sûriyê  li Bakur Û Rojhilatê wê dike. Li ser wê em radigihînin ku em amade ne li rex her hêzek din amadekariya xwe ji bo wê radighîne ku tev li danûstandinên bi sponseriya erebî yan jî navneteweyî eger pêk were bibin.‘‘

(şx)

ANHA


Mijarên Din