`MSD, ji bo çareseriya aloziya Sûriyê xwedî proje ye`

Muxalifê siyasî Ebdulsetar Fêsel dibêje: “Şandeyên ewrupî, rojavayî û erebî yên di demên dawîn de bi armanca naskirina rewşa herêmê û tevlikirina MSD`ê di danûstandinên bê de serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Ji ber ku MSD`ê ji bo danîna nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê xwedî proje ye.”

Di van demên dawîn de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qada dîplomasî bi awayekî balkêş pêşketiye. Piştî têkçûna DAIŞ`ê, gelek şandeyên ewrupî, rojavayî û erebî serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Da ku li ser erdê tiştên ku qewimîne bibînin û pergala herêmê ji nêz ve nas bikin.

Ji şandeyên ku serdana herêmê kirine û bi nûnerên Rêveberiya Xweser, MSD û QSD`ê re civiyane, şandeyên emerîkî, firansî, belcîkî, Parlementerên Ewropayê, Siûdî, Kazixistan, Ozbekistan, akademisyan û rewşenbîrên ewropayê û herî dawîn şandeya Siwêdî yên peya bilind bi serokatiya nûnerê navneteweyî yê Siwêdî yê dosyaya Sûriyê Bar Orinioz. Piraniya şandeyan piştgiriya Rêveberiya Xweser û pêwîstiya tevlibûna wê di çareseriya aloziya Sûriyê de tekez kirin. Ji ber ku xwedî pergalek demokratîk rastîn e ku rêgezên Neteweya Demokratîk ji xwe re kiriye bingeh.

Girêdayî mijarê muxalifê siyasî Ebdulsetar Fêsel ji ajansa me re diyar kir ku serdanên şandeyan ji herêmê re ne xerîb in, bi taybet piştî têkçûna DAIŞ`ê.

Fêsel got: "Gelek sedemên sereke yên serdanan hene. Jê zexta Emerîkayê li ser dewletên rojavayî da ku desteka xwe û hebûna xwe ya siyasî û leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bikin. Her wiha şopandina makenîzmeya karê Rêveberiya Xweser û pergala herêmê. Tevî naskirina rewşa hemwelatiyên xwe yên di nav DAIŞ`ê de, malbatên wan û çawaniya meşandina kar ji bo muhesebekirina girtiyên DAIŞ`ê.”

Fêsel diyar kir ku piştî serkeftinên QSD`ê yên li dijî çeteyên DAIŞ`ê, êdî pêwîstiya beşdarbûna van hêzên leşkerî û sîwana wê ya siyasî di danûstandinên pêşerojê de çi li Cinevê yan jî civînê din tekez bû. Fêsel wiha domand: "Bi taybet piştî ku aliyên din qaşo bi nav opozîsyonê têne naskirin. Hatin dîtin ew alî di civînên li Riyad, Astana û civînên din de bin ketin. Her wiha ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, ti projeyek ku tevahiya pêkahetyên Sûriyê hemêz dike, pêşkêş nekirin."

Fêsel armancên serdanê destnîşan kir û got: "Serdan ji bo şopandin û beşdarbûna MSD`ê di danûstandinên bê de ne. Ji ber ku MSD ji bo danîna nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê xwedî proje ye. Tevahiya têgehên demokrasiyê, welatîbûn, jiyana hevpar di nav çandek giştî de ku ji Sûriyê re yekîtiya xak û serdestiyê tîne, anîne cih. Ew jî baweriyê di navbera pêkhateyên civaka Sûrî de xurt dike."

(şx/bm)

ANHA

 

 


Mijarên Din