MSD‘ê ji bo komxebata sibe banga tevlîbûnê li eşîreyan kir

MSD‘ê ji bo komxebata diyaloganên eşîreyan ku dê sibe li navçeya Eyn Îsayê li dar keve, banga tevlîbûnê li hemû êlên Sûriyê kir û got, êlên herêmê mirosgerên pêkanîna aştiya navxweyî ne.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) îro bi daxuyaniyekê bang li êlên Sûriyê kir ku tev li komxebata diyalogan bibin ku dê sibe li navçeya Eyn Îsayê dest pê bike.

Daxuyanî wiha ye:

‘‘MSD`ê ji destpêka ku ava bûye û neta niha ve banga diyalog û rêzdariyê di navbera gelê Sûriyê de li ser bingeha biratî û welatê hevpar dike. Gavên me yên niha berdewama projeya me ya siyasî û niştîmanî ye. Lê pêvajoya piştî rizgarkirinê kedeke hê mezintir pêwîste. Ji ber wê divê xebat berdewam bibe da ku aştî û ewlehî li herêmên ku ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin pêk werin.

Xebata MSD`ê tecrube û hîma avakirina Sûriyêya nû ye. Tevahî êl, rûspî û pêkhateyên Bakurê Sûriyê yekîtiya xaka Sûriyê diparêzin û ew mirosgerên aştiya navxweyî û saxlemiya welat in. Her wiha ew jî têgehên ku dibêjin rojava û rojhilatê Firatê, derbas kirine ji ber ku xaka Sûriyê yek e û ji tevahiya gelê wê ye.

MSD`ê bang dike û ji bo komxebatên berê jî ku encamên baş de warê pratîkî de pêk anînbû bang li rûspiyên êlên Sûriyê kiribû ku tev li komxebata ku dê di 3`yê Gulanê de li bajarokê Eyn Îsa were lidarxistin. Di wê komxebatê de em ê rewşa xeter a ku welat tê re derbas dibe, aliyên ku hewl didin tevliheviyê di navbera gelê Sûriyê de belav bikin û hewl didin tecrubeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin nîqaş bikin. Li ser wê em binpêkirinên wan aliyan şermezar dikin û em bang li gelê Sûriyê dikin ku sûd ji 8 salên aloziyê bigirin û dest bi diyalogek neteweyî cidî bikin da ku tecrubeya demokeratîk li tevahiya Sûriyê belav bibe.

(şx)
ANHA


Mijarên Din