MSD‘ê ji bo "Konreya netewî ya hêzên opozisyonê yên demorkatîk" komxebatek lidar xist

MSD‘ê di 29- 30‘ê Hezîranê de li paytexa Fransa Parîsê  komxebata diyalogan  li dar xist. Di komxebatê de doza nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyê, tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çawaniya lidarxistina "Kongreyeke netewî giştî ji hêzên opozisyonê yên demokratîk re" nîqaş kirin.

Bi însyatîfa Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi beşdarbûna hêzên Sûrî yên demokratîk, niştimanî, kesayetên serbixwe yên niştimanî, Hevserokê MSD‘ê Riyad Derar, Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Xweser Cîhad Umer, cîgirê Hevserokatiya MSD‘ê Mecdolîn Hesen û endamên Meclisa Serokatî ya MSD‘ê komxebata diyalogan li paytexta Fransa Parîsê li dar ket.

Di komxebata ku du rojan dewam kir de, doza nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyê, tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çawaniya lidarxistina "Kongreyeke netewî giştî ji hêzên opozisyonê yên demokratîk re hatin nîqaşkirin.

Beşdaran tecrûbeya Rêveberiya Xweser a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re bi nav kirin.

Her wiha beşdaran rola Rêveberiya Xweser di şerê li dijî terorê û parastina ewlehiya herêmê de teqdîr kir.

Di roja duyemîn a komxebatê de mekanîzmeya lidarxistina kongreya netewî ya giştî ya hêzên opozisyonê yên demokratîk nîqaş kirin.


Mijarên Din