MSD`ê kesê ku mezintrîn tablo di cîhanê de xêz kir, xelat kir

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) xwediyên projeya tabloya mezintirîn tabloya di cîhanê ya bi navê "Mafê me ye ku em bijîn” xelat kir.

Endamên Komîteya Amadekar û xwediyên fikreya xêzkirina mezintirîn tablo di cîhanê de ku bi destê zarokên Efrînê yên ku di kampa Serdem de dijîn hate xêzkirin, serdana navenda MSD`ê ya li navçeya Eyn Îsayê kirin.

Şande ji Henîf Hemo, Umsama Ehmed, Heysem Mustema pêk dihat. Şande ji aliyê Hevseroka MSD`ê Emîna Umer, cîgira hevserokatiya desteya Rêveber a MSD`ê Nûjîn Yûsif û Endamê Buroya Têkiliyên MSD`ê Ferhad Hemo ve hat pêşwazîkirin.

Endamên MSD`ê spasiya xebatên kesên ku xêzkirina tabloyê bi rêve birin, kir. Her wiha fikreya xêzkirina mezintrîn tablo û zehmetiyên ku rastî wan hatin her wiha rêflêksên ku piştî xêzkirina tabloyê li ser asta cîhanê derketin hatin nîqaşkirin.

Endamên komîteyê diyar kirin ku tabloya hate xêzkirin diyar dike ku çiqas gelê Efrînê bi axa xwe ve girêdayî ne.

Gerînendeyê projeya mezintrîn tablo Heysem Mustefa diyar kir ku ew bi pirtûka Guinness re ketin nava têkilyan û hat gotin proje girêdayî rewşa herêmê ye ji ber zarok ji dibistanên xwe dûr ketine ji ber wê jî ev yek bû sedem ku tablo ji dewletên din ên cîhanê balkêştir be. 

Heysem di axaftina xwe de wiha anî ziman:"Pirtûka Guinness tablo û projeya me qebûl kir. Lê ji ber rewşên ewlehiya û şer li herêmê me nikarin serdana herêmê bikin."

Nûjîn Yûsif di axaftina xwe de xwest ku xebatên bi vî awayî berdewam bikin ji ber armanca wan ku çanda civakê ji raya giştî re diyar bikin.

MSD`ê endamên komîteya amadekar xelat kirin.

Paşê Gerînendeyê projeya xêzkirina mezintirîn tablo Heysem Mustefa ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku tablo bi destê zarokên Efrînê ku gelek zehmetî ji ber şer dîtin û di xeyalên wan de dîmenên şer ava kir, hate xêzkirin.

2 hezar zarokên Efrînê ku di kampa Şehbayê de dijîn tabloya bi dirêjahiya 500 metre, xêz kirin. Tablo li kampa Serdem di destpêka meha Îlonê de hat xêzkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din