MSD‘ê komxebata çaremîn li derveyî welat li dar dixe

MSD‘ê di çarçoveya xebatên xwe yên li derveyî welat ên bi armana lidarxistina kongreya netewî ya opozîsyona Sûriyê de li bajarê Bochum ê Almanyayê komxebata xwe ya çaremîn li dar dixe.

Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) bi beşdarbûna 20 kesayetên siyasî, çandî û civakî yên opozîsyonê yên li derveyî welat, di nav de çalakvan û hiqûqnas komxebata çaremîn li bajarê Bochum ê Almanyayê li dar dixe.

Meclisa Sûriye Demokratîk bi rêya van komxebatan hewl dide mekanîzmeya karê Rêveberiya Xweser û girîngiya vê tecrubeyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê şîrove bike, her wiha mekanîzmeya kar da ku bigihêjin kongreyek neteweyî, demokratîk û giştî ji opozîsyona Sûriyê  ya demokratîk re li derve û hundirê Sûriyê.

Komxebata ku îro li bajarê Bochum ê Almanyayê li dar dikeve ya çaremîn e piştî komxebata Berlîn, Parîs û Viyanayê ya çaremîn e.

Di destpêka komxebatê de hevserokê Meclisa Sûriye Demokratîk Riyad Dirar armancên komxebatê diyar kir ku anî ziman ku ew hewl didin xwe bighînin hemû hêzên demokratîk ên bi çareseriya siyasî bawer in.

Ji aliyekî din ve hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî Cîhad Umer behsa tecrubeya Rêveberiya Xweser û sazumaniya wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Umer diyar kir ku tevahiya pêkhateyên herêmê tev li tecrubeyê bûne û nimuneyek biçûk ji Sûriyeya pirrengî ava kirine.

Tê payîn ku komxebat  dê du rojên bidome, dê gelek mijar werin nîqaşkirin jê şîrovekirin û giftugokirina Rêveberiya Xweser, nexşerêya danûstandina sûrî-sûrî ya sêyemîn a ku li bajarê Kobanê hatibû li darxistin û rêbazên lidarxistina kongreya neteweyî ji opozîsyona Sûriyê ya demokratîk re.

(şx)

ANHA


Mijarên Din