MSD, li Almanyayê amedekariya lidarxistina warşeya xebatê dike

MSD amadekariya lidarxistina gereke nû ya werşeyên xebatê li derve dike. Dê werşeya xebatê di 7 û 8’ê Îlonê de li paytexta Almanyayê Berlînê li dar bixe.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) lidarxistina werşeyên diyalogê yên li hundir û derve didomîne. Ew jî bi hedefa nêzbûna nêrînê hêzên opozasyona demokratîk a Sûriyê, nasandina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nexşeya meclisê ya ku ji diyloga Sûrî-Sûrî ya ku di 18- 19’ê Tîrmehê de li bajarê Kobanê li dar ketiye, ye. Dê werşeyeke nû li paytexta Almanyayê Berlînê li dar bikeve.

Hevserokê Buroya Têkiliyên MSD’ê Cîhad Umer diyar kir ku şandeya MSD’ê ya li derve, li paytexta Almayayê Berlînê di 7 – 8’ê Îlonê de amadekariya lidarxistina werşeya xebatê dike.

MSD’ê bi hedefa nêzbûna nêrînên opozisyona Sûriye Demokratîk li derve rûniştinên diyalogê li paytexta Fransayê Parîsê di 29 – 30’yê Hizîranê de lidar xist. Li paytexta Nemsayê Vinayê di 12 – 13 Tîrmehê de li dar xistin. Kesayetên opozisyona Sûriyê yên li derve beşdar bûn û pêşwaziyeke mezin ji hêla opozisyona Sûriyê ve hate dîtin.

Cîhad Umer destnîşan kir ku MSD dê bi hêzên opozisyonê yên li derve re bi rêya werşeyên xebatê yên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê danîne û çi li ser wan heye û çi li ser wê heye, nîqaş bike. Her wiha dê nexşeya rê ya ku ji komxebat diyaloga Sûrî-Sûrî ya hêzên opozisyona hundir a çareserkirina krîza Sûriyê derketiye, nîqaş bike. Ji wê zêdetir jî dê çawanî û rêbaza lidarxistina kongreya neteweyî ya opozisyona demokratîk ya Sûriyê ku tevahî hêzên opozisyonên hundir û derve di nava xwe dihewîne jî, guftogo bike.

Cîhad Umer ji ajansa me re aşker kir ku li gor plana MSD’ê dê werşeyên xebatê li paytextên dewletên Scandinavya jî li dar bikevin.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din