MSD‘ê li Helebê panelek li dar xist

MSD‘ê ya şaxê Helebê bi tevlêbûna rewşenbîr û siyasetmedarên  serbixwe panelek girêdayî rewşa siyasî û nêrîna meclisê ya der barê çareserkirina aloziyê de li dar xist.

Ji pêşxistina pêvajoya siyasî ya ber bi Sûriyeyek giştî ji tevahiya nêrînan re bêyî dûrxistina ti pêkhateyan û bi armanca girtina nêrîna  rewşenbîr û siyasetmedarên serbixwe,  Meclisa Sûriye Demokratîk şaxê Helebê panelek li dar xist.

Panel bi dirûşmeya `Bi hev re ber bi Sûriyeyek ne navendî û demokratîk re` komxebata li navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê li bajarê Helebê li dar ket.

Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan endamê meclisa hevserokatiya Meclisa Sûriye Demokratîk Mirîî El-Şiblî bi xêrhatina beşdaran kir armanc û mijarên panelê destnîşan kir.

Piştî wê hevseroka Meclisa Sûriye Demkratîk Emîne Umer rewşên siyasî yên dawîn ku herêm tê re derbas dibin şîrove kirin. Ji mudexeleyên di karûbarên Sûriyê de heya lihevkirinên li ser "herêmên bê çek" di navbera Tirk û Rûsan de.

Her wiha Emîne lihevkirina di navbera meclisê û hikumeta Tirkiyê de bi navbeynkariya Amerîkayê girêdayî makenîzmeya ewlehiyê bi bîr xist û diyar kir ku armanca wê parastina ewlehiya gelê Sûriyê û sivikkirina asta gefên Tirkiyê bi awayekî dîplomasî ye.

Emîne wiha domand: "Mijara Efrînê bi van lihevkirinan re girêdayî ye û civaka navdewletî xwedî pîvanenê dualî ne. Êrîşa li ser Efrînê encama lihevkirinên siyasî bûn ku xizmeta berjewendiya hindek dewletan dikir tevî bêdengiya navdewletî li ser asta mirovî. Meclisa Sûriye Demokratîk hewl dide Efrînê vegerîne xwediyên wê yên resen."

Piştî axaftina Emîna Umer, beşdaran nêrînên xwe girêdayî dozên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mijara rizgarkirina Efrînê û gefên Tirkiyê yên li ser herêmê û xebatên MSD‘ê yên li derveyî welat parve kirin.

Di dawiya panelê de hevseroka MSD‘ê Emîne Umer bersiva pirsên beşdaran da.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din