MSD‘ê peyama cejna Ekîto da

MSD‘ê cejna Ekîto li gelê Suryan Asûr pîroz kir û hêvî kir ku cejnên bê vegerin atmosfêra aramî, ewlehî û aştiyê.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi wesîleya sersala Suryan Asur (Cejna Ekîto) peyamek weşand.

Di peyamê de hate gotin: " Gelê Suryan Asûr ên Sûriyê û cîhanê her sal 1‘ê Nîsanê cejna Ekîto pîroz dikin.

Bi vê wesîleyê Meclisa Sûriya Demokratîk gelê Suryan Asur ên Sûriyê û cîhanê pîroz dikin. Ev cejn yek ji nîşandeyên nasnameya dîrokî, şarestanî û entîkî yên Suryan Asur in û sembola nûbûn û vejînê ye.

Cejna Ekîto ya îsal tê pêşwazîkirin di demekê de ku aloziya Sûriyê derbasî sala xwe ya 10‘an de dibe ku gelê Sûriyê berdêla xwîn û rûndikê dide. Di heman demê de bi belavbûna Koronavîrusê re ya ku veguherî pandemiya global tê.

Em MSD‘ê bi hêvî ne ku cejnên bê vegere atmosfêra aramî, ewlehî û aştiye, her wiha terorî, dagirkerî û desthilatdar bi dawî bibe û gelê Sûriyê bi hemû netew, ol û mezhebin xwe armancên xwe yên ji bo azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê bi cih bîne.

ANHA


Mijarên Din