MSD‘ê êrişa li Qamişlo û qetilkirina keşe Hosip Bidoyan şermezar kir

Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) êrişên ku duh bajarê Qamişlo kirin hedef û qetilkirina keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo Hosip Bidoyan û bavê wê şermezar kir.

Meclisa Sûriyeya têkildarî êrişên ku duh bajarê Qamişlo rû dane û qetilkirina keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo Hosip Bidoyan û bavê wê daxuyanî da.

MSD‘ê teqînên ku duh li bajarê Qamişlo rû dane û di encamê de gelek kes jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn bi tundî şermezar kirin. Her wiha diyar kir ku kiryara terorîst têkibirina ewlehiya herêmê, projeya wê ya demokratîk û şikandina giyana berxwedanê ya gelê herêmê armanc dike û wiha domand: "Bi sedema teqînên terorîst ên duh li bajarê Qamişlo rû dan, xwîna pêkhateyên Sûriyê, Ereb, Suryan, Asur û Kurd tevlihev bûn. Diyar e ku ev kiryara terorîst projeya çareseriya demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikeve hedef. Her wiha diyar dibe ku topên dijmin û tevahî alavên wê yên kuştinê ferq û cudahiyê naxe navbera şirkên welatekî."

MSD‘ê qetilkirin keşeyê dêra Mar Yusif a Ermenaman a katolîk a Qamişlo Hosip Bidoyan û bavê wî û birîndarkirina alîgarê wê şermezar kir û wek berdewamkirina siyaseta osmanî ya kevin a di qirkirina gelan de, hedefgirtina sivîlan û oldaran û tehdîdkirina hebûna xiristiyan û derxstina tevliheviyê di navbera pêkhateyan hesiband.

MSD‘ê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên qurbaniyên bûyeran û gelê Sûriyê re xwest. Her wiha bang li tevahiya gelê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên wê kir ku hewl bidin, planên dijminên mirovahiyê ji tehdîdkirina hebûn, çanda wan têk bibin û alîkariya saziyên Rêveberiya Xweser ên têkildar bikin. Her wiha bang li civaka navdewletî û NY`î kir ku bi lez helwestek cidî ji sûcên Tirkiyê û komên girêdayî wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan bide.

(şx)

ANHA


Mijarên Din