Têkildarî mijarê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 3’yemîn a êrişên dewleta Tirk li dijî Efrînê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Sibe 20’ê Çileyê, salavegera 3’yemîn a destpêkirina êrişên dewleta Tirk li dijî herêma Efrînê ye. Şêniyên Efrînê berxwedaneke 58 rojan li dijî çekên herî pêşketî yên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da.
Dewleta Tirk, dewleteke ewlehî û aramiya herêmê têk dibe, bi rêya dagirina xaka Sûriyê û bi hedefa berferkirina dagirkeriyê û vejandina împratoriya Osmanî qanûnên navneteweyî bin pê kirin. Ji dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrînê, dagir kiriye de, sûcên dermirovî pêk tînin, 300 hezar şênî ji xak û warên xwe koçber bûn. Li şûna wan malbatên çeteyan bi cih kirin, da ku demografiya herêmê biguhere.
Em MSD’ê, hikumeta Şamê û Rûsya berpirsê dagirkirina dewleta Tirk a ji Efrînê re dibînin. Em ji şêniyên Efrînê re, piştrast dikin ku yekemîn xebata me ew e ku Efrînê rizgar bikin, şênî bi ewle vegerin, destwerdêran derxin û dîmenên tirkkirinê li Sûriyê têk bibin. Her wiha bang li NY’yê û Konseya Ewlehiya Navneteweyî dikin ku komîteyên taybet ava bikin ku erka wan belgekirina rastiyan û lêpirsîna sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên li Efrînê dikin û pêşkêş edaletê bikin û muhasebe bikin.
Em ji raya giştî ya Sûriyê re piştrast dikin ku, doza Efrînê ne tenê li ser mile kesekî ye, lê belê dozeke nîştimanî ye û erka rizgarkirina wê li ser mile tevahî sûriyan e. Li aliyekî din jî dagirkirina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re, krîz kûrtir kir û bandoreke mezin li mûzaîka nîştimanî ya Sûriyê kir. Bi wê re eşkere dikin ku çareya krîza Sûriyê, bi rêya hevgirtina sûriyan û yekkirina hêzên xwe li hember dagirkerî, teror û destpotiyê ye, da ku Sûriyeke demokrat, pirrengî û nenavendî ava bikin."
(fr)
ANHA