MSD û Rêveberiya Xweser hedîtin bi parlamentoya Nerwigê(Norway) re pêk anî

Şandeyeke siyasî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevdîtineke bi Wezareta Karên Derve û parlamentoya Nerwigê re pêk anî. Her wiha li gorî her du aliyan hevdîtin bi erênî hat binavkirin. Her du aliyan piştrast kir ku nêzbûneke di nêrînan de der barê dosyayên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên siyasî û mirovî de hebû.

Bi hewldana Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya dîtina çareseriyên cidî ji dosyayên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û gerên dîplomasî yên li cîhanê, duh şandeyeke hevpar ji Rêveberiya Xweser û MSD’ê serdana Wezareta Karên Derve ya Nerwigê kir û di heman demê de serdana parlamentoya Nerwigê jî kir.

Şande ji hevserokê MSD’ê Riyad Derar, seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Umer pêk tê.

Di hevdîtina hevpar a MSD’ê û Rêveberiya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Nerwigê re, şandeyê hevdîtin bi cîgirê wezîrê Karên Derve yê Nerwigê Udon Halvorsen, nûnerê taybet ê dosyaya Sûriyê û Iraqê Knut Elif Lynn û şêwirmendê mezin ê beşa aştî û lihevanînê Andreas Kloppersen re li navenda wezaretê pêk anî.

Her du aliyan di hevdîtina yekemîn de gelek nêrîn der barê pirsigirkên dikevin berjewendiyên her duyan pêk anî, jê jî aloziya mezin li Sûriyê û rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî êrişên dewleta Tirk û dagirkirina wê ya Serêkaniyê û Girê Spî ve ku bi wê re jî aramya herêmê tevlihev bû û aloziya Sûriyê girêktir bû.

 

Her wiha her du aliyan rewşa koçberan û pêwîstiya vegera wan a li herêmên xwe, projeya dewleta Tirk a bi hedefa guhartina demografiya herêmê, qirkirina etnîkî, rewşa mirovî li herêm û pêwîstiya pêşkêşkirina alîkariyan bi awayekî yekser bi rêya rêxistinê herêmî û navdewletî, nîqaş kirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan behsa rawestandina xebata siyasî û civînên Cinêvê kir, her wiha behsa pêwîstiya aktîvkirina beşdariya hêzên aktîv ên li ser erdê kir. Li aliyekî din jî behsa pirgirêka bi hezaran çeteyên DAIŞ û malbatên wan jî hat kirin. Her wiha li ser pêwîstiya alîkariya civaka navdewletî bi Rêveberiya Xweser re ya li hember pirsgirêka berdewama hemleya navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê, hat piştrastkirin.

Di hevdîtina duyemîn de şandeya hevpar a ji MSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevdîtin bi şandeya parlamentoya Nerwigê re pêk anî.  Şandeyê hevdîtin bi gelek parlamenterên Nerwig û rêveberên parastiyên siyasî yên Nerwigê re pêk anîn û MSD’ê piştrast kir ku nêrînên wan nêzî hev bûn bi taybet der barê gelek dosyayên girêdayî herêmê erênî bûn.

Li gorî seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed bi rêya telefûnê bi ajansa ANHA’yê re axiviye, tê de Îlham Ehmed piştrast kir ku dê serdan û gerên dîplomasî yên der heqê dosyayên bigirêk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û mekanîzmaya gihiştina çareseriyan ji aloziya Sûriyê re, berdewam in.

(fr)

ANHA


Mijarên Din