MSD‘ê serdana Nasir Yagiz kir

Şadeyeke ji MSD‘ê bi serokatiya seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD'ê Îlham Ehmed serdana endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz ê ku 157 roj in di greva birçîbûnê de ye kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ya endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 157‘an de ye. Îro şandeya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku ji Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û Hevserokê Girînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer û hejmarek nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk dihat, serdana Nasir Yagiz kir.

Îlham Ehmed axivî û got: “Tecrîda ku ev çend sal in li ser Rêbertî tê meşandin, ne tenê li ser rêbertî ye. Di kesayeta Rêbertî de li ser tevahî gelê Kurd û mirovahiyê ye. Ji bo ku em tecrîdê bişikînin divê em bibin yek helwest û vê bêdengî û tecrîdê bidin şikandin." Seroka Meclisa Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed wiha axaftina xwe bidawî kir: “Çalakiya ku we daye destpêkirin, em pir pîroz û giring dibinin. Em ê heta serkeftinê piştgiriya xwe ji bo we û tevahî çalakvanên ku niha di greva birçîbûnê de ne bidin domkirin. Em dûbare berxwedana we pîroz û silav dikin, ji tevahî çalakvanên di greva birçîbûnê de ne jî serkeftinê dixwazin. Em dibêjin ku wê teqez serkeftin ya me be û wê berxwedana we bi serbikeve.”

Nasir Yagiz jî xêr hatina şendeyê kir û wiha got: “Bila hêviyên me xurt bin, em ê serbikevin û tecrîda li ser Rêbertî bişikînin. Rêbertî di nav çar dîwarên zilamê de derbixin. Ji ber ku tekane rêya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn Rêber Apo ye.”


Mijarên Din