MSD‘ê teqîna duh a li Reqayê şermezar kir

MSD‘ê, teqîna duh a li bajarê Reqayê rû dabû ku di encamê de hejmarek kes şehîd û birîndar bûn şermezar kir û ji malbatên wan re sersaxî xwest.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî teqîna duh li bajarê Reqayê pêk hatibû daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: "Bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê duh hin kesên terorîst li çerxerêya Neîm a navenda bajarê Reqayê erebeyeke bombebarkirî teqandin. Di encamê de 8 kes şehîd bûn, di nav de 3 şervanên QSD‘ê ne û 32 kes jî birîndar bûn.

Ev teqîn di rojên dawî yên meha Remezanê de û amadekariyên cejnê de pêk hat.

Em Meclisa Sûriyeya Demokratîk sersaxî ji gel xwe û malbatên şehîdan re dixwazin û teqez dikin ku têkoşîna me ya tinekirina terorê û DAIŞ‘ê di aliyê rêxistinî, fikirî û lojîstîk de bi keda hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlehiya Hundirîn berdewam e heta sûcdar sewqî dadê werin kirin.

Em bang li welatiyan dikin ku ji van kiryaran hişyar bikin û bi hêzên me yên ewlehî û leşkerî re bibin hevkar da ewlehî li tevahî herêmê pêk were."

ANHA

 


Mijarên Din