MSD: Tu hêz nikare hevgirtina niştimanî derbe bike

MSD‘ê Serhildana 12‘ê Adarê bi bîr anî û got: "Tu hêz nikare hevgirtina niştimanî ya Sûrî derbe bike. Yekitiya mirovî ya dîrokî ya di navbera Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên netewî de kokên wê vedigere beriya avakirina dewleta Sûriyê. Hevgirtina niştimanî ya Sûrî  gora fitneyê ye."

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera Serhildana Qamişlo ya 12‘ê Adara 2004‘an daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

" Di demekê de ku welat di rewşek bi girêk de ye di ser Serhildana 12‘ê Adarê re 16 sal derbas dibe.

Serhildana Adarê qîrîna yekem a tevgera gelê Kurd li bajarê Qamişlo ya li dijî desthilatdariya zordar û koletî, mêldarîya faşîst û nijadperest ku rejîmê alîgirên xwe pê şidand û ew sor kirin da ku êrişê hezkiriyên tîma Cîhad a wezrîşê bikin ji bo fitneyeke kurdî erebî biafirîne û aştiya navxweyî derbe bike. Di heman demê de ji bo ku welatiyê Sûrî di bin rehma desthilatdariya wî de bimîne û ji hemû dozên hemwelatîbûnê yên sereke di azadî, maf, wekhefî û edaletê de dûr be.

Serhildana Qamişlo tenê milkê bajarê Qamişlo nema, lê belê li tevahî herêmên kurdî û bajarê mezin ên Sûriyê belav bû, dengvedana wî xwepêşandanên gel damezirandin ku di encamê de bi dehan mirov şehîd bûn û bi hezaran jî birîndar bûn, her wiha bi hezaran hatin girtin.

Serhildana Qamişlo zulm, înkarkirin û zordestî ku desthilatdariyê li dijî gelê Kurd bi salan dimeşand eşkere kir, her wiha zemîna pêvajoyeke nû ya têkoşîna şoreşgerî li Sûriyê danî. Êdê doza Kurdî tenê di destê zarên wê de sînordar nema, lê belê têkoşerên Sûriyê wekî dozeke niştimanî, demokratîk û adil hesibandin û parastina wê kirin ku bi salan ji temenê xwe di girtîgehan de derbas kirin da ku rastî û edaleta vê doze biparêzin.

Em Meclisa Sûriya Demokratîk vê pêngava dîrokî di jiyana Sûriyê de bi bîr tînin û teqez dikin ku tu hêz nikare hevgirtina niştimanî ya Sûrî derbe bike. Yekitiya mirovî ya dîrokî ya di navbera Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên netewî kokên wê vedigere beriya avakirina dewleta Sûriyê û dê li hemberî her hewldanên derxistina fitneyê û destdirêjiya li dijî aştî û ewlehiya civakê bisekine. Hevgirtina niştimanî ya Sûrî  gora fitneyê ye. Em ê li ser soza xwe bimînin ku em ê berjewendiyên bilind ên sûriyan biparêzin da ku hemû armancên wan di azadî, rûmet û veguhestina ber bi dewleteke demokratîk, laîk ne navendî ve, wekhevî, edaletî, serweriya qanûn û hemwelatîbûna rasteqîn pêk bînin."

ANHA

 


Mijarên Din