Mîşel Ewn: Divê lêpirsîn vebe û hesab ji kesên berpirsyar were xwestin

Serokkomarê Lubnanê Mîşel Ewn diyar kir ku ew bi israr in lêpirsînê çêkin û detayên teqîna li Beyrûtê di zûtirîn demê de nas bikin û berpirsên teqînê ceza bikin.

Serokkomarê Lubnanê Mîşel Ewn di destpêka civîna Meclisa Wezîran de da zanîn ku ev bûyer gelek dijwar e û bajar veguherand bajarekî wêrankirî. Her wiha banga hevgirtinê li lubnaniyan kir da ku encamên vê kerasetê derbas bikin.

Ewn di axaftina xwe de spasiya rayedarên dewletên dost û cîran ên ku piştgiriya xwe bi rêya peywendiyan nîşan dane, kir û bang li wan kir ku bi lez desteka nexweşxaneyên bajêr û malbatên windahiyan bikin û wêraniya ku çêbûye, restore bikin bi taybet bendera Beyrûtê.

Li aliyekî din jî serokê hikumetê Hesan Diyab jî piştrast kir ku dosyeya lêpirsînê gelekî girîng e û divê encamên wê bi lez derkevin da ku xebatên derxistina cenazeyan xurt bikin û birîndaran derman bikin, her wiha cihên demkî ji bo kesên ku avahiyên wan zirar dîtine, peyda bikin. Diyar got divê alîkariyên lezgîn ji bo sererastkirina ziraran bidin û alîkariyên pêwîst û lezgîn ji bo restorekirina malên wêrankirî peyda bikin.

Hesan Diyab di axaftina xwe de ya di civînê de got: "Divê bi şev û roj em kar bikin da ku barên şêniyên û welat sivik bikin. Lewma ez bang li wezîran dikim ku tev li werşeyên kar bibin. Her kes berpirsyar e. Îro dema piştgiriya welat e."

(eh)


Mijarên Din