‘MÎT‘ê ciwanên Kurd direvîne da ku bişîne Lîbyayê‘

Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriyê got, îstixbarata Tirkiyê 4 ciwanên  ji kurdên Efrînê yên li Tirkiyê dimînin revandin da ku wan tev li şerên li Lîbyayê bike.

Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriyê Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku di 15`ê Gulanê de MÎT‘ê 4 ciwanên Kurd ên ji gundê Aşka Xerbî yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya girêdayî kantona Efrînê bi tewana têkiliya bi saziyên Rêveberiya Xweser re revandin.

Şêxo navên ciwanan bi bîr xistin; Xalib Mihemed Bekir 37 salî, Adnan Fewzî Silêman 20 salî, Mistefa Mihemed Oso 22 salî û Mistefa Ehmed Weysî 25 salî.

Şêxo diyar kir ku her çar ciwan ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi armanca kar ji kantona Efrînê derketine û çûne Tirkiyê û li bajarê Stenbolê bi cih bûne. Têkiliya wan jî bi saziyên Rêveberiya Xweser re tune ne.

Girêdayî heman mijarê çavkaniyan ji kantona Efrînê ji rêxistina mafên mirovan re gotin, istixbarata Tirkiyê hewl dide her çar ciwanan rêke Lîbyayê.

"brahîm Şêxo bal kişand ser ku artêşa Tirk a dagirker rewşên penaberên Sûriye li Tirkiyê bi kar tîne, leşker dike û dişîne Lîbyayê.

Şêxo destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker gelê Sûriyê wek çete bi kar tîne, da ku ajandeyên xwe li welatên Ereb û Rojhilata Navîn pêk bîne.

Şêxo bûyera zarokê bi navê Ebdo Şêxo yê ji Efrînê yê ku artêşa Tirk a dagirker kiriye leşker û şandiye Lîbyayê bibîr xist.

(şx)

ANHA


Mijarên Din