MÎT’ê rola reşkirina QSD’ê da koma çete ya Ahrarûl Şab

Dewleta Tirk bi navê Ahrarûl Şab komeke nû ya çeteyan ji bo reşkirina QSD’ê ava kir. Çeteyên Ahrarûl Şab cil û bergên QSD û YPG’ê li xwe dikin, îşkenceyê li gel dikin û vê yekê bi dîmenan parve dikin da ku QSD’ê reş bikin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku projeya demokratîk û jiyana hevpar  a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe, bi her cure rêbazên êrîşê yên qirêjî radibe. Niha jî ji bo ku QSD’ê li qada navneteweyî reş bike ku QSD’ê bi serkeftina xwe ya li hember DAIŞ’ê bala tevahiya cîhanê kişand ser xwe, rêbazên nû bi kar tîne.

Dewleta Tirk gelek caran hewl dide QSD’ê wek “rêxistineke li dijî gel” nîşan bide û dixwaze vê yekê bi dîmenên sexte pêk bîne. Di demên dawîn de li herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyê, nemaze li herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, hin kes cil û bergên şervanên QSD û YPG’ê li xwe dikin, îşkenceyê li sivîlan dikin û vê yekê jî bi dîmenan belav dikin.

Derket holê ku ev kiryar ji hêla endamên koma çete ya bi navê Ahrarûl Şab (Tevgera Azadiyê ya Gel) ve tên kirin ku bi vê yekê hewl didin QSD’ê li ber çavê gel û raya giştî ya navneteweyî reş bikin. Ev koma çete ya bi karê reşkirina QSD’ê radibe, ji hêla MÎT’a dewleta Tirk ve di nav Artêşa Azad de, di 20’ê Hezîrana 2019’an de hate avakirin.

Çeteyên Ahrarûl Şab daxuyandibû ku dê li dijî QSD’ê “tê bikoşin” û bi antîpropagandaya şervanên QSD’ê zext û zordariyê li eşîrên Ereb dikin, hewl dan îradeya jiyana hevpar a li herêmê têk bibin. Vê koma çete îdia kiribû ku şervanê QSD’ê li Dêrazorê zilmê li gel dikin û hin çalakiyên biçûk ên provokatîf li dar xistibûn. Di encama lêkolînên hêzên ewlehiyê yên li herêmê de derket holê ku ew kesên ku tev li van çalakiyan bûne, tu kes ji wan ne ji Dêrazorê ye.

Rejîm jî destekê dide Ahrarûl Şab

Her wiha derket holê ku hêzên rejîmê jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê de sînorê xwe heye, rejîma Sûriyê jî destekê dide vê komê. Tê destnîşankirin ku rejîma Sûriyê li herêmên erebî yên ji aliyê QSD’ê ve ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, rê dide vê koma çete da ku QSD’ê reş bike.

Di van rojên dawîn de koma Ahrarûl Şab ku armanc û çalakiyên wan deşîfre bûne, dîmenên ku tê de îşkence li sivîlan tê kirin, wekî ku QSD îşkenceyê li sivîlan dike, lanse dike û li ser hesabên medyaya civakî diweşîne û her wiha li ser medyaya girêdayî AKP’ê jî tên weşandin.


Mijarên Din