Muellîm: Em bi Îranê re her di nava koordîneyê de ne

Wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd Muellîm û cîgirê wî Feysel El-Miqdad teqez kir ku ew bi Îranê re di nava koordîneyê de ne.

Wezîrê karên derve yê rejîma Sûriyê Welîd Muellîm ji nûçegihanê ajansa Tesnîm a Îranê der barê serdana wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf axivî û got: “Em bi serdana Cewad ji Şamê re pir kêfxweş in. Ev serdan di demeke guncaw de ji bo nîqaşkirina xurtkirina têkiliyên her du aliyan.”

Muellîm tekez kir ku rejîm û Îran her tim bi hev re di nava koordîneyê de ne.

Der barê biryara DYA’yê ya xistina Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê nava lîsteya terorê, Muellîm destnîşan kir ku serokê DYA’yê Donald Trump guh nade zagon, ne erdnîgarî û ne jî rewşa herêmê, lê biryarên xwe li gorî berjewendiyên Îsraîlê dide.

Di heman demê de, cîgirê wezîrê karên derve yê rejîmê Feysel El-Muqdad teqez kir ku têkoşîna Sûriyê li dijî terorê nasekine. Her wiha destnîşan kir ku hevdîtina bi Zerîf re wekheviya nêrînên Tehran û Şamê diyar dike.

El-Muqdad diyar kir ku nîqaşên girîng der barê civîna Astanayê ku dê li bajarê Nûr Sultan were lidarxistin, hatin kirin û wiha got: "Me li ser koordînasyonê li hev kir û divê em dest bi dest ji bo temamkirina destkeftiyên ku hatine bidestxistin, bixebitin."

Der barê geşedanên Idlibê û çarenûsa komên terorîst de El-Muqdad wiha got: "Em ê li dijî terorîstan ku li ku derê bin, tê bikoşin. Têkoşîna Sûriyê ya li dijî terorîstan nasekine. Ev yek ji nuqteyên sereke yên koordîneya di navbera Sûriyê û Komara Îslamî ya Îranê de ne."

Di navbera Rûsya û Îranê li Sûriyê de nakokî hene. Li hindek herêman gihîşt asta şer di navbera her du aliyan de û herî dawî jî li Helebê şer rû dide.

Li gorî agahiyan, dê baregeheke Îranê li ser Deryaya Spî li nêzî baregeha Rûsyayê were avakirin. Ev yek jî nerehetiya di navbera her du aliyan de ku dixwazin Sûriyê bixin bin serweriya xwe, zêde dibe.


Mijarên Din