Muhsin Ewedellah: Di urfên navneteweyî de mirovahî tune ye

Lêkolîner û şîrovekarê siyasî yê misirî Muhsin Ewedellah diyar kir ku dirêjkirina dema derbaskirina alîkariyên mirovî di dergehê Bab El-Hewa re ji aliyê Meclisa Ewlehiyê ve, diyar dike ku siyaset pîvanên wê yên mirovî hikum dike.

Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) beriya çend rojan dema mekanîzmeya derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê di dergehê sînorî yê Bab El-Hewa re yê di bin kontrola çeteyên Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê ku di lîsteya terorê ya navneteweyî de ye) de dirêj kir û dergehê sînorî yê Til Koçerê li pêşiya alîkariyan girtî hişt. Ev biryar piştî ku Neteweyên Yekbûyî û hêzên rojavayî zexta Rûsyayê qebûl kir, pêk hat.

PORVAKASYONÊN RÛSÎ- TIRKÎ LI HEMBERÎ DYA'YÊ

Li ser mijarê lêkolîner û şîrovekarê siyasî yê misirî Muhsih Ewedellah got: "Ya ku di Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî de çêbû ya têkildarî derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê tenê di rêya dergehê Babî El-Hewa re ya di bin serweriya milîsên girêdayê Tirkiyê de, derbeya yekemîn a serokê Amerîkayê li dijî Rêveberiya Xweser e."

Ewedellah li ser vê mijarê ev pirs kir; "Çawa dibe ku hemû aliyên navneteweyî ji bo gelê Sûriyê alîkariyên mirovî ku NY`yî pêşkêş dike di dergehê di bin kontrola mîlîsên El-Qaîde, Cebhet El-Nusra, mîlîsên girêdayî dewleta Tirk û bermahiyên rêxistina DAIŞ a terorîst de derbas bibin. Mijar bi awayekî mezin siyasî ye. Dewleta Tirk, Neteweyên Yekbûyî şantaj dike û dihêle ku ev lihevkirina ku mentiq û urfên navneteweyî binpê dike, wekî serkeftinekê bibbîne."

'SIYASET, PÎVANÊN MIROVÎ YÊN ALOZIYA SÛRIYÊ KONTROL DIKE'

Ewedellah bi domdarî got: "Ji bo vê yekê ji bilî ku siyasetê pîvana mirovî ya aloziya Sûriyê kontrol kiriye, tu şîroveyên din nîn in. Bê guman, Tirkiye bi rengekî ji vê mijarê sûd werdigire, nemaze ji ber ku vekirina berdewam a dergehê Bab El-Hewa dibe ku pêşî li derbasbûna nû ya pêla penaberan a ji Idlibê û ji herêmên di bin kontrola Tirkiyê de bigire."

Ewedellah anî ziman ku cîhanê wekî dosyayeke mirovî nêzî Sûriyê nabe, mijar hemû nakokiyên siyasî li ser firhekirina qada hegemoniya xwe di navbera hêzên navneteweyî de ye û got: "Cîhan qet hewl nade ku aloziya Sûriyê çareser bike, lê belê aloziyê bi rê ve dibin.

Heger xwesteka navneteweyî ya çareserkirina aloziya hebûya, wê ji beriya çend salan ve alozî çareser bibûya, lê cîhan ji aloziyê û domandina nakokiyan sûdê digire, nakokiyên di Washington û Moskov de. Mijar hemû nakokiyên siyasî di navbera hêzên navneteweyî de ye."

'CIVAKA NAVNETEWEYÎ NE GIRÊDAYÎ TI RÊGEZÊN EXLAQÎ YE'

Piştî civîna Meclisa Ewlehiyê bi du roja, Îrlanda û Norwêc helwesta Rûsyayê pejirandin û pêşnûmeya biryara berê ya derbarê derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê pêşkêş kiribûn, guhertin.

Di forma sereke ya pêşnûmeya biryarê de, du tişt hatin destnîşankriin: dirêjkirina mekanîzmaya derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê di dergehê Bab El-Hewa re ji bo salekê tê dirêjkirin û berfirehkirina çarçoveya vê mekanîzmayê ku dergehê Til Koçerê yê bi Iraqê re jî bigire nava xwe.

Li ser helwesta Îrlanda û Norwêcê tenê dergehê Bab El-Hewa yê di bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de vekirî ma.

Têkildarî rola civaka navneteweyî Ewedellah ev şîrove kir: "Dema ku behsa rola Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî tê kirin, tiştekî bi navê meşrûiyeta navneteweyî û pêbaweriya civaka navneteweyî tune ye. Civaka navneteweyî kombûna xwediyên hêz û xwediyên berjewendiyên navneteweyî ne. Civaka navneteweyî ne girêdayî rêgez, exlaq an fikrên baş e. Civaka navneteweyî hêz û berjewendiyan tenê nas dike.”

'MIROVAHIYA RÊVEBERIYA BIDEN DI EZMÛNA YEKEMÎN DE KET'

Têkildarî helwesta DYA'yê ya ji vê biryarê şîrovekarê siyasî yê misirî got: "Şoqmayîn ne di helwesta Amerîkayê de ye, lê belê mirov ji helwesta rêveberiya Biden bi xwe şoq dimîne, nemeza ku piştî rêveberiya Trump hat ser hikumê. Rêveberiya Trump ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhiltê Sûriyê û serkeftinên hêzên wê yên li hemberî rêxistina DAIŞ a terorîst, xapand."

Muhsin Ewedellah ev yek li axaftina xwe zêde kir: "Biden dema ku hat ser hukmê got ku ew ji bo piştgiriya kesên ku li hemberî vê rêxistinê destek dane Amerîka û civaka navneteweyî hatiye, lê di ezmûna yekemîn de em dikarin bêjin ku mask ji ser rûyê Biden ketin û rastiya wî di siyast beriya mirovahiyê de eşkere bû."

Ewedellah da zanîn ku berjewendiya Amerîkayê di ser têkiliya bi hevalbendan re ye, heta ku wan hevalbendan di xizmeta cîhanê û hilweşandina dewleta terorê ku gef li tevahî cîhanê dixwarin de berdêlên giran jî dabin.

‛RÛSYA HEWL DIDE DORÊ Lİ RÊVEBERIYA XWESER TENG BIKE’

Rûsya îsrar kir ku alîkarî di dergehê Til Koçerê re derbas nebin, her wiha nûnerê rûsî li Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzia got ku wî ji destpêkê ve hempîşeyên xwe yên di konseyê de agahdar kiriye ku hewldana jinûve vekirina dergehên sînorê li Sûriyê bê kêr e.

Li ser helwesta Rûsya jî, Ewedellah wiha got: "Rûsya bi rêya Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî hewl da bi kevirekî du çûkan derbe bike. Ew bi rêya berdewamkirina şandina alîkariyan bi rêya dergehê Bab El-Hewa re,ew piştevaniyeke yekser dide rejîma Tirkiyê û serokkomarê wê Erdogan. Erdogan û rejîma Tirkiyê li Sûriyê hevalbendekî fermî yê Rûsya û navbeynkarê wê ye. Dewleta Tirk li benda wê helwesta Rûsyayê bû."

Rûsya bi vê yekê dewleta Tirk ji pêleke nû ya koçberiyê ji herêmên li hundirê Sûriyê parast. Li ser vê yekê Ewedellah wiha axivî: "Bi wê re Rûsya ji cîhanê re eşkere û xuya kir ku wê bersivê danûstandinên bi aliyên Amerîkayê re têkildarî dosyaya alîkariyên mirovî ji Sûriyê re da, bi taybet civîna NY’yê piştî çend rojan ji civîna Pûtîn û Biden pêk hat. Pûtîn ji cîhanê û rêveberiya Amerîkayê ya nû re eşkere kir ku wê bersiva diyalog û xwesteka Amerîkayê ya berdewamkirina xebitandina dergehê Bab El-Hewa, da. Girêdayî wê raydarê amerîkî yê di NY’yê de ew yek bi kêliya dîrokî bi nav kir ku bi wê re derfetên lihevkirina di navbera Washington û Moskovê de pêkan dibe. Lê her tim Rûsya sûdwarê mezin e."

‛RÛSYA HÊVIYÊN MISIRÊ JÎ TÊK BIR’

Girêdayî armancên Rûsya û berdewamkirina xebitandina dergehekî tenê û girtina dergehên din û bi taybet dergehên bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Ewedellah wiha berdewamî da axaftina xwe: "Rûsya hewl dide dorê li Rêveberiya Xweser teng bike, da ku wê neçar bike ku di danûstandinên bê de yên bi hikumeta Şamê re, tawîzan bide."

Ewedellah destnîşan kir ku serhişkiya Rûsya û berdewamkirina ferzkirina ambargoyê li ser bi milyonên sûriyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo Rûsya yan jî rejîma wê yan jî siyaseta Rûsya li hember Rêveberiya Xweser ne tiştekî nû ye û wiha domand: "Ez bawer nakim ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yan jî Rêveberiya Xweser ji rejîma Rûsyayê tiştekî erênî hêvî bikin.

Rejîma Rûsya hevalbendekî herî xirab e ku mirov pişta xwe bi temamî bide wê. Me di çend rojên borî de jî di civîna NY’yê ya li ser bendava Nehda û krîza bendavê navbera Misir, Sûdan û Etyopyayê de helwesta Rûsyayê dît. Tevî ku têkiliya Moskovê û Misirê baş in jî, lê helwesta wê li hember Misirê jî dijber bû. Ji ber ku Rûsya piştgiriya Etyopya û Nehdayê kir. Wê helwestê gelek misirî matmayî hiştin, bi taybet têkiliya di navbera Pûtîn û El-Sîsî de baş e.”

Ewedellah da zanîn ku bêaqiliyê ye ku gelên herêmê pişta xwe bidin Rûsyayê û ev li gotina xwe zêde kir: "Em her tim dibêjin Rûsya hevalbendekî herî xirab e ku mirov pişta xwe bidinê yan jî Rûsya her tim di rêza destpotiyê de ye. Ez texmîn nakim ku piştî zêdetirî 10 salan ji krîza Sûriyê, Rûsya hatiye guhartin an jî bi erênî li gelê Sûriyê dinêre. Ji ber destê Rûsya di qetilkirina bi sed hezaran gelê Sûriyê ji hemû etnîk û pêkhateyên wî de heye."

Ewedellah wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev helwesta Rûsyayê ne nû ye. Dibe ku dema Rûsya helwesteke erênî li hember Rêveberiya Xweser nîşan bide, em matmayî bimînin. Lê belê fêr bûne hewelstên neyînî yên rejîma Pûtîn bibînin."

(bb,fr)

ANHA


Mijarên Din