Munîr Edîb: DAIŞ kesên li dijî xwe tesfiye dike

Pisporê kar û barên tevgerên tundraw û terora navdewletî yê misirî Munîr Edîb got hilweşandina DAIŞ’ê dibe ku hesabên wê bi gûman kirin û hişt ku hewldana tesfiyekirina her kesê li hember bisekine, bike.

DAIŞ’ê gefên hedefgirtinê li gelekê dijberên xwe xwarin, jê jî gef li pisporê kar û barên tevgerên tundraw û terora navdewletî yê misirî Munîr Edîb bi rêya dîmena qeydkirî bi sernava"dijmin xwe bikujin" ku li ser telegramê hatiye belavkirin, xwarin.

Di vî warî de Edîb ji ajansa ANHA’yê re piştî gefên DAIŞ’ê jê re wiha piştrast kir: "Ev hedefgirtin ne ya  yekemîn ne jî yê dawiyê ye. Her wiha di demeke berê de ji hêla ciwanên Îxwan El-Mislimîn bi taybet tevgera Sewaid Misir"Hesim" bi rêya êrişên bênavber ên milîsên çekdar û hemleyên reşkirinê hatim hedefgirtin."

Munîr Edîb wiha domand: "Zêdetirî deh caran di hemeleya kuştina moralî re bi destê rêxistinên tundraw re derbas bûm. Lê belê hedefgitina kuştin li gel hedefgirtina DAIŞ’ê zêdetir eşkere be."

Edîb wiha bi dawî kir: "Sedemên hedefgirtinê ew in ku rexne li dijî DAIŞ’ê, birayên wê û hewldana xwendina rêxistinê xwendineke rastîn e ku li hember planên belavbûn û leşkerkriina ciwan tên sekinandin. Her wiha dibe ku ji aliyê tesfiyekirina hesabên li hember her kesên ku dijberî berfirehekirina rêxistinê disekine."

Piştî ji aliyê erdnîgarî ve li Sûriyê û Îraqê DAIŞ’ê hat tunekirin, niha li gelek dewletên herêmê bi awayekî nepenî xwe bi rêxistinê dike û bi rêya piştevaniya dewleta Tirkhewl dide tevahî endamên xwe yên li gelekê dewletên erebî belav bûne kom bike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din