Muşekek lê nêzî balafirxaneya Bexdayê ket

Şaneya Ragihandina Leşkerî ya Iraqê, bi daxuyaniyek ragihand ji cihek nediyar ve muşekek ya katyuşa hat avêtin û muşek li nêzî balafirxaneya Bexdayê ket.

Şaneya Ragihandina Leşkerî ya Iraqê, bi daxuyaniyek nivîskî ragihand îşev muşekek ya katyuşê li nêzî balafirxaneya navneteweyî ya Bexdayê ket. Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî lêkolînê derket ku ew muşek ji devera Ebuxirêb a dikeve rojavayê Bexdayê hatiye avêtin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama êrişê de ti ziyanên giyanî çênebûne.


Mijarên Din