Muslim: Xeteriya komkujiya Kobanê hîn jî cîhanê tehîdîd dike

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim got hişmendiya kesên ku komkujiya Kobanê pêk anîn, hîna li ser cîhanî xeter e û bang li civaka navdewletî kir ku bikevin ferqa vê xeteriyê.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim di hevpeyvîna bi ajansa me de qala komkujiya Kobanê ya di 25`ê Hezîranê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat kirin, kir. Çeteyên DAIŞ`ê di 25`ê Hezîrana 2015`an de komkujiyek li bajarê Kobanê û gundê Berx Betanê pêk anî. Di encamê de 242 sivîl tevî 30 şervanên YPG, YPJ û Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) şehîd bûn.

-Piştî ku tevahî cîhanê serkeftina Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê pîroz kir, çeteyên DAIŞ`ê di 25’ê Hezîranê de carek din derbasî bajêr bûn û komkujî li ser şêniyan pêk anîn. Gelo kî li paş wê êrîşê ye û çima DAIŞ`ê ev rêbaz bi kar anî?

Ka em vegerin 2015`an. Piştî ku DAIŞ, li Sûriyê û Iraqê pêş de çû, li Kobanê winda kir. DAIŞ’ê di wê demê de komkujî pêk anî. DAIŞ`ê qebûl nekir ku heybeta wê ya ku pê cîhan tirsandiye winda bike. Lewra komkujî bi armanca tolhildanê pêk anî. Tol ne tenê ji Kurdan heman demê de ji tevahî cîhanê ku piştgiriya YPG’ê dikirin, hat hildan.

Di vir de mirov dikare bêje hikumeta Tirkiyê jî rolek di komkujiyê de lîstiye. Wî dixwest keyfxweşiya serkeftina li dijî DAIŞ’ê ji Kurdan bistîne. Ji ber wê Tirkiyê bi awayekî yekser deriyê xwe yê bi Kobanê re bi kar anî û terorîstên DAIŞ`ê derbasî Kobanê kirin û komkujî pêk anîn.

-Te bi bîr xist ku destê Tirkiyê di komkujiyê de heye. Di vir de diyar dibe ku Tirkiye hîna komkujiyan li ser Kurd, mîna ku di serdema 20`an de pêk aniye, dike. Lê di vir de ya ku ku bala mirov dikşîne bêdengiya navdewletî li hember binpêkirinên Tirkiyê ye?

Bi rastî hikumeta Tirkiyê bi rêya komên tundrew gelek komkujî li ser gelê Kurd pêk anîn e. Gelek belge û dîmen hene ku asta piştgiriya hikumeta Tirkiyê ji DAIŞ`ê diyar dikin. Me gelek caran ji civaka navdewletî xwestiye ku li dijî binpêkirinên Tirkiyê helwest nîşan bide. Tirkiyê ji ber wêrankirina herêmê, kuştina bi hezaran kes û desteka terorê, darizînin.

Divê rêxistinên hiqûqî yên navdewletî baş bizanibin, yên ku Tirkiye îro piştgiriya wan dike û di nav Idlibê de hemêz dike beşek ji DAIŞ`ê ne. Beşek ji DAIŞ a ku xwediyê hişmendiya serjêkirin û şewitandina mirovan in. Ji ber wê DAIŞ`ê ne tenê li ser gelê Kurd, li ser gelê Sûriyê û heta gelê Tirk jî xeteriyek e. DAIŞ heta niha jî bi rehetî di nava Tirkiyê de tevdigere. Di vir de rola civaka navdewletî ji bo ku Tirkiyê darizînin, derdikeve holê.

-Gelo DAIŞ`ê bi armanca tenê qetilkirina sivîlan êrîşî Kobanê kir, an jî planên wê yên din hebûn ku hewl dida pêk bîne?

Armanca yekemîn ji komkujiyê ew bû ku tirsê têxe dilê şêniyên Kobanê. DAIŞ’ê ev rêbaz ji bo kontrolkirina bi dehan bajaran li Sûriyê û Iraqê bi kar anî. DAIŞ`ê 242 sivîl di wê komkujiyê de qetil kirin. Lê armanca sereke kontrolkirina bajêr bû. Ev jî pêk nehat. Gelê me li ber xwe da û yekîneyên me yên leşkerî DAIŞ li bajêr tune kirin.

-Lê di vir de dixwazim îşaret pê bikin ku gelekan berpirsyariya êrîşê hilda ser pergala ewlehiyê ya Rêveberiya Xweser, gelo bersîva wê çi ye?

Ka ez ji te re şîrove bikim. Di sala 2015`an de me biryarek girt. Li gorî wê beşek ji berpirsyariya êrîşê hilda ser Rêveberiya Xweser. Em jî nikarin înkar bikin. DAIŞ di 27`ê Çileya 2015`an li Kobanê tune bibû. Lê li hin gundên başûrê kantonê hebûna xwe berdewam dikir. Wê demê bajarokê Sirîn di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de bû. DAIŞ`ê rojane desteka xwe ya leşkerî  ji Tirkiyê bi rêya Minbicê werdigirt.

Ev diyar dike ku hîna em di nav rewşa şer de bûn. Gelê me yê Kobanê berdêla serkeftina dîrokê giran da. Lê wek Rêveberiya Xweser bi tevahiya beşên xwe me soz da ku em gelê xwe û destkeftiyên vî gelî biparêzin. Em pergala ewlehiyê xurt bikin da ku mîna van komkujiyan dubare nebin.

-Di çarçoveya doza Kurdî de heta çi astê şerê Kobanê û piştê wê komkujiyê bandor li avakirina yekîtiya Kurdî kir. Nemaze ku piştî dehan salan gelê Kurd ji ber parçebûnê azar kişand ku dijminên Kurdan jê sûd girtin?

Mixabin, yek ji sedemên sereke yên êşa me wekî gelê Kurd parçebûna me ye. Dijminên me li ser têlê dilîzin. Li vir em komkujiya Enfal, Helebçe û komkujiyên din bi bîr tînin. Dijmin ji nakokî û parçebûna me sûd digre. Heta niha me dikarî helwesteke yekbûyî li dijî wan komkujiyan diyar bikin.

Her tim bangawaziyên lidarxistin kongreya netewî û avakirina yekrêziya Kurdî hene. Bi serkeftinên Kurd li Kobanê û pêngavên qirkirina etnîkî li Şengalê hêviyên Kurd ji bo yekkirina hestên gelê Kurd li hemberî bahozên siyasî û karesetên mirovî ku herêmê tê de derbasbû, zindî bûn.

 Bi taybet piştî komkujiya Kobanê, Kurd têgihiştin ku, dijminên wan ferqê naxin navbera wan û hemû hedefin. Heta astekê ku ev komkujî peyameke ji bo Kurdan bû ku divê bibin yek û biryareke hevpar û xurt bistînin. Lê ev yek beşek jê pêk nehat. Heta niha em banga kongreya netewî ya Kurdî dikin ku daxwazên gelê me li Kurdistanê û derveyî welat pêk bînin.

-DAIŞ ji nû ve aktîv dibe. Bi taybet li bejahiya Sûriyê û Idlibê. Girtîgehên QSD‘ê bi wan çeteyan tijî bûne. Ji bo pêşîgirtina li komkujiyên mîna ya Kobanê û Qebîleya Şiêtat a Dêrazorê peyama we ji civaka navdewletî re çi ye?

Diyar e ku DAIŞ wisa bi hesanî bi dawî nabe. Di aliyê leşkerî de bi dawî bûye, lê di aliyê hişmendiyê de hîna bi dawî nebûye. Qasî 70 hezar ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê li gel Rêveberiya Xweser girtî ne û hîn jî di terora xwe de bi îsrar in. Bi hezaran kes ku hişmendiya DAIŞ a terorîst girtine li Ewropa û Sûriyê, bi taybet li Idlib, Ezaz û Efrînê belav bûne.

Ji ber wê pêwîste civaka navdewletî di mijara çeteyên di nav kampan de ne alîkariya Rêveberiyê bike. Bi taybet kesên ku destê wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de hene û komkujî li ser gelê herêmê pêk anîne. Divê çeteyên DAIŞ`ê li welatê ku binpêkirin pêk anîne, werin darizandin. Li gorî qanûnên navdewletî divê dadgeh li Sûriyê be.

Hişmendiya ku bi salan komkujî pêk anîn, hîna çalak in û li ser tevahî cîhanê xeter in. Bi rêya ajansa we em bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê dikin ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bixebitin û sînorekê li pêşiya terora DAIŞ‘ê deynin.

Gotinên we yên dawîn çi ne?

Em baş asta êşên gelê xwe dizanin. Em dizanin zarokên ku bê dê û bav mane û malbatên ku zarokên xwe winda kirine, hene. Dema mirov behsa komkujiyekê ku sivîlên bêguneh bûn qurban dike, tiştek ne hêsan e. Lê ji bo derbaskirina komkujiyên mîna van, me soz da ku em ê gel û şoreşa xwe ya pîroz biparêzin. Mil bi mil piştgiriya projeya Neteweya Demokratîk bikin û Sûriyeyek demokratîk û hevpar ji tevahiya pêkhateyan re, ava bikin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din