Muxalefeta Sûdanê muzakereyên bi Meclisa Leşkerî re rawestandin

Nûnerên muxalefeta Sûdanê roja yekşemê ragihand ku divê dan û standin bi Meclisa Leşkerî ya demkî re were rawestandin û banga berdewamkirina xwepêşandan û daxwaza serweriyeke sivîl kir.

Nûnerên muxalefeta (opozîsyon) Sûdanê duh êvarê ragihand ku wan danûstandina bi Meclisa Leşkerî hatiye rawestandin, ji ber ku wek berdewama rejîma serokê ku hatiye rakirin dibîne û banga xwepêşandanan û desthilateke sivîl kir.

Dihat payîn ku berpirsê muxalefetê roja yekşemê dema lidarxistina civîna çapemeniyê damezirandina mecliseke sivîl ragihanda da ku welêt li şûna Meclisa Leşkerî bi rê ve bibira, lê ev plan hat paşxistin. Her wiha civîna çapemeniyê ku li qada serhildanê hate lidarxistin, veguherî komcivîneke ku nûneriya xwepêşandêran bike.

Her wiha di civînê de fermandariya Koalîsyona Azadî û Veguherînê ya ji bo birêxistinkirina xwepêşandanan hate lidarxistin Wecdî Salih wiha anî ziman: "Roja Şemiyê meclisê rûyê xwe yê tarî diyar kir.”

Ji Siûdî û Îmaratê alîkarî

Erebistana Siûdî û Îmaratê roja yekşemê alîkariyeke darayî bi nirxê 3 milyar dolar ji Sûdanê re ragihand. Di vê derbarê de bi daxuyaniyekê Ajansa Nûçeyan a Siûdiyê da zanîn ku her du welat dê "alîkariyeke hevbeş ji bo Komara Sûdanê, ku digihîje 3 milyar dolarî, pêşkêş bikin."

 (eh)


Mijarên Din