Mêvanxaneya dawî ya herêmê mîrasa pêşiyan tîne bîra şêniyan

Mêvanxaneyên li gundan roleke girîng di çanda civakî ya Kurdan de dilîst. Cihê kombûnê û sepandina têkiliyên hezkirinê di navbera şêniyan de û parvekirina tecrubeyên jiyanî bûn. Şêniyên gundê Mistefawiyê yê navçeya Girkê Legê hîna mêvanxaneya gundê ya ku vedigere 150 sal berê, diparêzin.

Mêvaxane; cihek ji bo pêşwazîkirina mêvan û şêniyan e. Hema bêje li her gundekî heye. Rûspî yan jî mezinên gund çavdêriya wê dikin û hin caran navên wan digirin.

Ji bo pêwşazîkirina mêvanîn xerîb dihatin bikaranîn. Şênî lê kom dibûn da ku demên xwe biborînin. Nexasim saetên ber êvarê û şevê. Wê demê tu rêbazên din ên teselekirinê û xerckirina demê tune bû.

Mêvanxane mezintirîn odeyên malê ye. Mîna konekê li gorî xwezaya her herêmekê yan bi herî yan jî bi kevirê reş tê avakirin. Mêvanên xerîb ên ku dihatin gund an jî kesên di ber gund re derbas dibûn, yekser diçûn mêvanxaneyê û ji hêla şêniyan ve bi xwarin û vexwarin tên pêşwazîkirin.

Piştî kar, bi taybet êvarê û şevê, şêniyên gund li mêvanxaneyê kom dibin û demên xwe bi sohbetê û vegotina çîrokan diborînin. Hin caran jî stranbêj tê mêvanxaneyê û stranên gelêrî distrên.

Di mêvanxaneyê de qehwe û çay û hin caran xwarin heke mêvan hebin têne pêşkêşkirin.

Li gundê Aliya yê navçeya Girkê Legê gelek mêvanxane hebûn. Lê ji ber guhertina rewşên jiyanî û zêdebûna hejmara şêniyên gundan, piraniya wê bi demê re hatin rûxandin û ji holê rabûn ji ber ku êdî nayên bikaranîn. Êdî şênî berê xwe nedidan mêvanxaneyan da ku demên xwe yên vala li wir derbas bikin.

Lê şêniyên gundê Mistefawiyê yê navçeya Girkê Legê hîna vê kevneşopiyê û weke bîranînekê ku wan bi dîroka berê ve girê dide diparêzin. Dîroka avakirina mêvanxaneya gund vedigere zêdetirî 150 salan. Ji kevintirîn mêvanxaneyên herêmê ye. Rûspiyên êla Abasa ew ava kir. Ruxmî ku di vê demê de nayê bikaranîn, lê mêvanxane heta niha hatiye parastin.

Mêvanxaneya gundê Mistefawiyê ji herî li ser cihekî bilind di gund de bi dirêjahiya 12 metreyan û firehiya 4 metreyan hatiye avakirin.

MÊVANXANE DIBISTANA VEGUHESTINA TECRUBEYAN Û ÇARESERKIRINA NAKOKIYAN E

Pêşiyên Abdullah Fetah Faris (80 salî) yên ji gundê Mistefawiyê mêvanxaneya gund ava kiriye. Apê Abdullah dibêje mêvanxane ji bo şêniyan mîna dibistanekê bû. Lê li hev dicivîn û tecrube û agahî bi hev re parve dikirin. Çîrok û bûyerên ku rû dane vedigotin. Mîna meclisa lihevanînê bû û pirsgirêkên şêniyan dihatin çareserkirin.

VEGOTINA ÇÎROKAN Û BÛYERÊN KU RÛ DANE

Faris domand û got: “Mêvanxane tevahiya şêniyan ji tevahiya cînan bê cudahî pêşwazî dikirin. Ji sibehê heta êvarê me çîrok, helbest û stran vedigotin. Me piraniya demên xwe li mêvanxaneyê derbas dikir. Bi rêya wan sohbetan têkiliyên civakî û hezkirinê di navber şêniyan de xurt dibûn.”

Apê Abdullah bi bîr xist ku çendîn li mêvanxaneyê mêze bike, çanda pêşiyên wî û rojên xweş ên ku tê de derbas kirine, tên bîra wî.

XURTKIRINA KARÊ HEVBEŞ LI MÊVANXANEYÊ

Apê Abdullah Faris dibêje ku şêniyên gund di mêvanxaneyê de hemû karên xwe yên taybet bi hev re dikirin. Dema sererastkirina her sal, hemû şêniyên gund bi hev re mêvanxane sererast dikirin. Bi hev re pêdiviyên mêvanxaneyê peyda dikirin bi taybet êzing û sotemenî ji bo germkirinê û amadekirina qehwe û çay.

(şx)

ANHA


Mijarên Din