Nadine Mainza: Hebûna nûnerê terorê li herêma Kurdistanê xeter û şerm e

Endama Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Mainza, Nesir El-Herîrî bi nûnerê teror û qatilê Hevrîn Xelef wesif kir û da zanîn ku hebûna wî li Başûrê Kurdistanê xeter û şerm e.

Nadine Mainza bi twittekê wiha got: " Nesir El-Herîrî nûnerê terorîstan û qatilê şehîd Hevrîn Xelef ê bi navê Hatim Ebû Şeqra niha li Herêma Kurdistanê ye û bi Mesûd Barzanî re dicive. Ev yek xeter û şerm e."

ANHA


Mijarên Din