Nakokî dîsa vedigere Xezayê.. paşdeçûna lihevkirinê û amadekariya şer

Rewşa li Xezayê diyar dike ku dê dîsa nakokî di navbera Hemas û Israîlê de derbikevin. Her du aliyan asta gav û gefên xwe zêde kirin. Israîl ji biryara berfirehkirina qada nêçîriyê ji şêniyên Xezayê re paşde vekişî. Her wiha komên filistînî tehdîd kirin ku carek din asta nakokiyê zêde bikin.

Di encama moşeka dawîn a ku ji Xezayê ber bi Israîlê ve hate avêtin de, asta nakokiyan di navbera her dua liyan de zêde bû. Ya yekê Israîl ji biryara berfirehkirina qada nêçîriyê ji şêniyên Xezayê re paşde vekişî û komên filistînî asta gefên xwe zêde kirin.

Her wiha artêşa Israîlê pergala parastina hawayê (lutkeya hesin) li bajarên cuda di nav de Til Ebîb belav kir. Ji aliyekî din ve rojnameya  Yedioth Ahronoth a Israîlî duh bi şev got artêşa Israîlê fermana amadekariya şerek an jî operasyonek leşkerî li dijî Xezayê, dike.

Li Xezayê jî komên filistinî yên çekdar gefa bilindkirina asta nakokiyan li dijî Israîlê dixwin. Ev tişt wek bersîva derengmayîna bicihanîna bendên agirbestê ya ku di navbera her du aliyan de bi sponseriya Misir, Qeter û navneteweyî pêk hatiye, ye.

Piştî ku her du alî beriya hilbijartinên Israîlê bi sponseriya Misir û navneteweyî lihev kirin, ji zêdetirî hefteyekê ve nakokî di navbera her du aliyan de aloztir bûye.  Di encamê de Israîl hinek bendên agirbestê anîn cih. Jê berfirehkirina qada nêçîriyê ji bo nêçîrvanên Xezayê ji 9 heya 15 mîlan û vekirina dargehên Israîlê yên bazirganî bi Xezayê re.

Israîlê tenê bendên girêdayî berfirehkirina qada nêçîriyê û vekirina dergehan anî cih. Ev tişt jî komên çekdar dibînin ku têrê nake û asta herî nizim a daxwazên wê nayne cih. Komên filistînî dixwazin dorpêça ku ji zêdetirî 13 salan ve li Xezayê hatiye ferzkirin bi dawî bibe û Israîlê soza bidawîkirina wê dabû.

Piştî bûyera moşeka ku ji Xezayê ber bi Israîlê ve hat avêtin, Israîl ji biryara berfirehkirina qada nêçîriyê heta 6 mîlan paşde vekişî. Heman demê de ji helwesta gihandina pereyên ku Qeterê ji Xezayê re diyar kirine jî vekişî.

Çavdêrên Filistînî dibînin ku Israîl ne ji bo rewşa mirovahiyê ya Xezayê agirbest qebûl kir, da ku aramiya Xezayê heya bidawîbûna hilbijartinan misoger bike. Ev jî rast pêk hat. Kefîlan arambûna rewşa Xezayê di dirêjahiya çend hefteyên derbasbûyî de misoger kirin.

Li gorî texmînên çavdêran, Israîl tu sedemekî ji bo pêşkêşkirina tawîzan nabîne. Ji ber wê komên filistînî hewl didin tevahiya şêwazên bilindkirina nakokiyên meydanî li dijî Israîlê aktîv bikin, da ku zextê lê bikin û dorpêçê li ser Xezayê bidawî bike.

Malpera Israîlî Wala îro sibehê bi bîr xist ku komên çekdar ên filistînî gef li Israîlê xwarin ku  eger Israîl pêkanîna bendên agirbestê paşde bixe, dê asta nakokiyan bilind bikin. Israîlê komên çekdar ên filistînî tehdîd kirin. Komên filistînî gefa hedefgirtina mihrîcana stranan a Ewropayê `Eurovision` ku dê çend rojên bê de li Israîlê darbikeve, dixwin.

Xuyaye ku Israîl hewl dide ji lihevkirinên dawiyê bi Hemasê re xwe bide aliyekê. Bi taybet ji ber ku Misir bandorek mezin li biryara filistîniyên Xezayê dike. Her wiha ji ber daxwazên partiyên rastgir ên Israîlê ji serokê hikumeta Israîlê Benjamin Netanyahu da ku ji lihevkirinê paşde vekişe wek şerta tevlibûna hikumeta nû. Mîna partiya Yesraîl mala me ye bi serkêşiya wezîrê artêşa Israîlê yê berê , Avigdor Lieberman.

Di heman demê de komên çekdar ên filistînî dibînin ku bilindkirina asta nakokiyan çareseriya tekane ye da ku zextê li Israîlê bike, ji bo dorpêçê li Xezayê bi dawî bike. Dibe ku di rojên bê de nakokî di navbera her du aliyan de mezin bibin û tê texmînkirin ku nakokî ji aliyê leşkerî de be.

(şx)

ANHA


Mijarên Din