Nakokî û girêkên navdewletî dê Sûriyê bi ku ve bibin?

Rejîma Sûriyê hêzên xwe ber bi herêma "kêmkirina şer" ve xurt dike û amadekiriyên şer dike. Tirkiye carek din gefên êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û agahî dide çeteyên li Idlibê ku xwe bispêrin xwe. Di helwesta Amerîkayê de ne zelalbûn heye. Ev hemû piştî bûyerên girîng rû dan. Ya herî sereke hevdîtina Erdogan û Putin e. Gelo hevpeymanên nû hene?

Derbarê rewşa Rojhilata Navîn bi taybet Sûriyê de alanîz pir bûne. Ji kuştina Qasim Suleymanî bi destê Amerîkayê, pêşketina Tirkiyê li Lîbyayê û paşketina wê li Idlibê heta amadekariyên rejîmê û Rûsya yên êrişên li ser Idlibê. Ev hemû nîşaneyên hevpeymanekê dide der ku koşeyek wê ne amade ye, gelê dê Bakur û Rojhilatê Sûriyê be?

Ji roja nêzîbûna Tirkiyê, Rusya û Îranê bi navê "Garantorên Astanayê" ve ku gelê Sûriyê êdî navê "Hevpeymaniyên sê alî" li wan dikin û piştî her civînekê di navbera van hersêyan de nîşaneyên peymanên nû li ser hesabê gelê Sûriyê diyar dibin.

Lê pirsa herî girîng, çima Îran ji tevgerên vê hevbendiyê dûr e, an ku heta radeyekê ji dosyaya Sûriyê dûr ketiye?

Ji bo ku em karibin siberoja Sûriyê bixwînin, divê em nakokiyên rasteqîn diyar bikin. Nakokiya yekemîn Tirkiye ye. Tirkiyê hewl dide herêmên di bin dagirkeriya xwe yên li Sûriyê de berfireh bike û Hêzên Sûriya Demokratîk dike hincet. Nakokiya duyem hebûna Îranê ye, ku hebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îsraîlê li Sûriyê red dike. Ya sêyemîn jî hebûna Rûsya ya li Sûriyê û nakokiyên têkiliyên wê bi rejîma Sûriyê, Tirkiyê û Îranê ye. Rûsya hewl dide fêmkirinekê bi welatên rojavayî re peyda bike.

Rûsya  yê serkeftinên leşkerî li Sûriyê bidestxistin lê di aliyê siyasî de nikarî van serkeftinana xerç bike ji ber hebûna Amerîkayê wekî kelem li pêşiya wî. Hevdîtina Lavrov û Kery pêk hat, piştî hevdîtinê detayên lihevkirinekê girêdayî xêzkirina nexşereya Sûriyê zelal bûn. Pêre li gel dijwariya nakokiyan girêk hêd hêdî vedibe.

Rûsya, di wê baweriyê de bû ku hebûna Îranê kelemek li pêşiya temamkirina serkeftinên wê ye. Li ser vê yekê soz da ku rola wê (Îran) di Sûriyê lewaz bike. Ev yek di lûtkeya Qudisê de temam bû ya di navbera Rûsya, Amerîka û Îsraîlê de pêk hat. Piştî lûtkeyê Îranê hêzên xwe ji herêmên beramberî sînorê Îsraîlê yê li başûrê Sûriyê vekişand. Li pey wê Îsraîlê li ber çavên Rûsya êriş birin ser baregehên hêzên Îranê.

Ev tevger gihaşt wê astê ku Rûsya rola Îranê di tevgerên "Garantorên Astanayê" paşguh bike. Washington her tim digot, ew hebûna Îran li Sûriyê qebûl nake, diyar e ku Rûs û Tirk soz dan Washington ku vê erkê pêk bînin. Lê pirsa derdikeve pêş ew e ku rola Rûsya û Tirkiyê di hedefkirina Qasim Suleymanî de hebû? Qasim Suleymanî beriya li Iraqê hate kuştin ji Şamê derketibû?. Li ser vê mijarê rojnameyek Îranê di manşêteke xwe de wêneya hevditina Putin û Beşar El-Esed a li Şamê danî û sernavê "Putin û Esed kuştina Suleymanî pîroz dikin" avêt.

Bi vê yekê girêka Îranê hema bêje vebû û aliyekî mezin ji fikarên Amerîka bi dawî bûn. Lê pirsgirêka Tirkiyê bi Rûsya û rejîmê ya li ser Idlibê dimîne. Tevî nakokiyên li ser Idlibê û aloziyan li sînaryoha herî sereke ew ku Tirkiyê îdia dike ku ew ji herêmê vedikşe û rejîm bi desteka Rûsya pêş de diçe ku rêya navdewletî ya bejahiyên bajêr dighîne hev. Wezîrê Tirkiyê daxuyand ku divê "Opozisyon" ji bo rawestandina êrişan xwe pişta xwe bide xwe. Bi vê re jî girêda Tirkiyê ya bi rejîmê re dike bi dawî bibe.

Pirsgirêka sêyemîn dimîne ku mijara armancên Rûsya ye. Wekî tê zanîn Rûsya destekê dide rejîma Sûriyê û bi Tirkiyê re ya ku hewl da rejîmê hilweşdîne lihevkirinan dike û bi Amerîkayê re di nava pêşebaziyê de ye. Di heman demê de hewl dide pê re lihev bike. Gelo Rûsya li Sûriyê çi dixwaze?

Rûsya hewl dide xwe wekî hêza herî mezin û bi bandor li Rojhilata Navîn xuya bike, destekê dide rejîma Sûriyê û di aliyê leşkerî de rûbereke berfireh xistin bin serweriya xwe. Lê hebûna Amerîkayê li pêşiya ragihandina vê serkeftinê dibe asteng. Ji ber ku dizane ku Amerîka dikare kêfxweşiya wê li her deveke Sûriyê kêm bike, lew re hewl dide Amerîkayê razî bike.

Ji bo têkiliyên Rûsya û Tirkiyê, Rûsya berjewendiyên xwe li gel Tirkiyê li ser hertiştî dibîne. Tirkiye û Rûsya têghiştine ku herdu bi hewcedarê hev in. Ji ber ku armanca herdu dewletan yek e ew e ku aboriya xwe xurt bike û rêjeya pevguhestina bazirganî heta 100 milyar dolar li hemberî 40 milyaran zêde bikin.

Rûsya gelekî hewcedarê Tirkiyê ye. Ji ber ku Rûsya ji dema welatên rojavayî ceza li ser ferz kirine azarên aborî dikşîne û nixên petrol wê daket. Her wiha ji derxistina madeyên xwarinê ji dewletên Yekitiya Ewropa û Amerîkayê hate qedexekirin. Li gelek daketina Robel. Rûsya hecedarê berhem û kelûpelên Tirkî ye da ku germahiya buhayan kêm bike.

Her wiha pêwîstiya Rûsya bi xetên "Seyl Tirkî" heye ku ev proje bi Putin re dema serdana wî ya dawî ji bo Enqere vekir û stasyona "Akoyo" ya kehrebeya otonomî li Tirkiyê vekir. Lêçûna van projeyan bi milyaran dolar e.

Rûsya gelek lihevkirinên xwe bi Tirkiyê qezenc kir. Tirkiyê herêmên di bin serweriya çeteyên wê de radestî rejîmê kir û bi erêkirina Rûsya û nezelalbûna helwesta Amerîkayê herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girî Spî dagir kirin.

Di encam de em dibînin ku Amerîka di kêmkirina rola Îranê de biser ket. Rûsya piraniya xaka Sûriyê xist bin serweriya xwe û hêza xwe ya siyasî û aborî li Tirkiyê berfirhe kir. Di vir de Idlib di nava du kevanan de dimîne dibe ku ji ji bo berjewendiya rejîmê û Rûsya encam bide, lê beramberî wê çi ye?

ANHA


Mijarên Din

Egîdbûyîn