Nakokiya di navbera 5 malbatên Qamişlo de hate çareserkirin

Komîteya Lihevhatin û Dada Civakî ya bajarê Qamişlo, doza xwînê ya di navbera 5 malbatan de çareser kir. Komîteyê bi vê boneyê civîneke lihevhatinê li dar xist û malbat lihev anîn.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo ji ber nakokiya di navbera 5 malbatan de, kesên bi navê Beşar Hewas Hesen, Kamîran Remo, Kamîran Qemir û Îsam Ehmed Şêxmûs, ciwanê bi navê Behrî Mehmûd Bin Ehmed ji malbata Kelû kuştin. Ji ber vê yekê jî doza xwînê di nava her pênç malbatan de derketibû. Komîteya Lihevhatin û Dada Civakî  ya herêma Cizîrê destwerdana bûyer kir, da ku nakokiya di navbera her pênç malbatan de çareser bike.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo îro konê lihevhatinê li gundê Nafkor ku dikeve rojavayê bajarê Qamişlo veda. Endamên her pênç malbatan berê xwe dan kon û ji aliyê endam û rêveberên komîteya lihevhatin û dada civakî ya bajarê Qamişlo ve hatin pêşwazî kirin.

Li ser daxwaza malbatan da ku nakokiyê çareser bikin, li kêleka komîteya lihevhatin û dada civakî li bajarê Qamişlo, komîteya têkiliyên YPG`ê, meclisên lihevhatinê yên navçeyên Qamişlo, Yekîtiya Oldaran, kesayet û rûspiyên bajarê Qamişlo amade bûn.

Di bin kon de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdilezîz Osman axivî û wiha got: "Em spasiya malbata Kelû dikin ku rê li pêşiya lihev hatinê vekir. Heman demê de spasiya her çar malbatên din jî dikin ku biryareke baş ji bo malbata Kelû û civakê, standin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din