Nakokiya di navbera du eşîreyan de hate çareserkirin

Komîteyên Lihevanînê yên Kobanê û Girê Spî bi hevkariya rûspiyan nakokiya du eşîreyan çareser kir.

Meh û nîv beriya kesekî ji eşîreya Kîtan bi şaştî ciwanek ji eşîreya Neyîm bi guleyekê kuştibû, di encamê de di navbera herdu eşîreyan de nakokî derketibû.

Komîteyên Lihevanînê yên Girê Spî û Kobanê bi hevkariya eşîreyên Kurd û Ereb, nûnerên MSD û hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa ji bo çareserkirina nakokiyan çûn gundê Um Diyûf ê rojhilaatê navçeya Silûkê cihê herdu malbat lê dimînin. Li wir du konên mezin hatin vedan.

Piştî nîqaşan herdu malbat li hev hatin.

Endamê Desteya Siyasî ya MSD‘ê Hesen Mihemed Elî, Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê û rûspiyê eşîreya Henada Îbrahîm Îsa axivîn û got: "Dema em vê kombûnê û hewldanên çareserkirinê dibînin em dizanîn ku em ber bi pêşerojeke ronîkirî ve diçin. Em dixwazin ji tevahî cîhanê re îsbat bikin ku em gelê Sûriyê dikarin bi xwe nakokiyên xwe çareser bikin."

Leyla Mustefa û Îbrahîm El-Îsa lihevhatina herdu eşîreyan pîroz kirin û hêvî kirin ku aştî û jiyana hevbeş li herêmê pêk were.

Di dawiyê de bi wesîleya lihevhatinê xwarin hate amadekirin.

ANHA


Mijarên Din