​​​​​​​Nakokiya li ser desthilatê û pergala netewdewletê bûn sedema krîza aborî ya cîhanî

Gelên cîhan, di nav de gelên Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava krîzên aborî û debarê de ne. Sedema van krîzan nakokiyên siyasî, leşkerî û bilindbûna krîza aborî ya cîhanê ye. Gelo çawa herêm bi bihabûnê bandor bû û çareserî çi ne?

Di Îlona 2008ʹan de aloziya diravî ya cîhanê dest pê kir ku wekî ya herî mezin ji sala 1929ʹan de tê dîtin. Ev krîz ji DYA`yê ve dest pê kir, piştre li dewletên cîhanê wekî Ewropa, Asaya, Kendavê û dewletên paşketî yên ku aboriya wan rasterast girêdayê Amerîkayê, belav bû. Her wiha alozî gihişt gelek bankên li DYAʹyê, di sala 2008ʹan de û 19 bank hilweşiyan.

DI NAVBERA KORONA Û ŞERÊ LI UKRAYAYÊ DE GELÊN CÎHANÊ DI RÊYA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Dema ku cîhan di 2 salên borî de ji aloziya aborî ya di encama vîrusa Koronayê de derketiye, xelas dibû, Rûsya dest bi tevgera leşkerî li Ukraynayê kir.

Di encamê de petrol, gaz û kehrebe biha bûn. Pê re jî nirxên kelûplan û madeyên xwarinê jî li seranserî cîhanê biha bûn. Ji ber wê pêleke enflasyonê ya cîhanî çêbû ku hîna aloztir dibe û ji 2008`an ve mîna wê çênebûye.

Li gorî banka cîhanî, destwerdana leşkerî ya Rûsya li Ukraynayê, li gel encamên neyînî yên pandemiya koronayê, bandor li aboriya li seranserî cîhanê kir ku derbasî demeke dirêj a geşepêdana lawaz û enflasyona bilind, bû.

Li gorî banka cîhanî, geşepêdana aborî ya cîhanî, dê bi rêjeya ji sedî 2.8 îsal kêmtir bibe. Dê di salên 2023-2024`an de wisa bimîne û li aliyekî din dê rêjeya qûta ferdan li welatên paşketî bi rêjeya ji sedî 5 kêmtir bibe.

Di Tîrmehê de di raporeke NY`yê de delîlên nû derketin holê ku cîhan ji her demê bêtir, ji bo têkbirina birçîbûnê, tunebûna ewlehiya xwarinê, dûrtir dikeve. Hejmara birçiyan di 2021`an de gihaşt 828 milyon.

PERGALA NETEWDEWLETÊ CIVAK WESTAND

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/10/02/190216_whatsapp-image-2022-10-01-at-8.18.38-am.jpeg

Rojnamevanê sûrî Hesen Remo wiha behsa mijarê kir: "Herêma Rojhilata Navîn bi berhemên xwe yên binerd û sererd dewlemend e lê pergalên heyî, wê ji bo beşekê diyar dikin. Gel jî xizan û birçî ye. Mîna Iraq, ji dewletên herî zêde petrolê hildiberîne. Lê sotemenî li welêt kêm e, kehrebe qut dibe û ji Îranê dikire. Rewşa Lubnanê ne baştir e. Ji zêdetirî du salan ve, li welêt rewşeke aborî ya xirab heye. Beşa desthilatdar, naxwazin li hev bikin da ku welêt ji vê aloziyê derxin. Li Yemenê jî zêdetirî 25 milyon ji bingeha 30 milyonî di bin xeta birçîbûnê de ne. Li Sûriyê siyasetên hikumeta Şamê û aloziya ji 2011`an ve berdewam, pêwîstiya 14.5 milyon kesî bi alîkariyên xwarinê hene. Yan jî zêdetirî ji sedî 90 şêniyan di bin xeta xizaniyê de ne. Tenê endamên hikumetê û bazirganên şer ên girêdayî hikumetê, zengîn in. Em dikarin heman tişt li ser Tirkiyê û Îranê jî bêjin û gelek dewletên din ku ji ber aloziyên aborî, gelên wê tengav bûne."

Remo wiha domand: "A balkêş ew e ku li van hemû dewletan aloziyên siyasî hene, ew jî encama serhişkiya pergalên wê ne ku dev ji desthilatê bernadin. Pergala netewdewletê ya li Rojhilata Navîn, civakên herêmê westandin. Ji ber ji pirsgirêkên gelên xwe re çareseriyan nabînin. Berovajî wê, ev pergal aloziyan girêktir dikin. Pergalên netewdewletê yên li Rojhilata Navîn, hewl nadin ku welatên wan hilberîner bin, lê belê xizanî li civakê sepand da ku wê kontrol bikin û “keriya birçiyan”, kir artêşeke îtaetkar ku berjewendiyên wê pêk bînin. Tê de gendelî pir e bi şêwazekê ku endaman bi peydakirina debara xwe mijûl dikin da ku nekarin bi siyasetê bifikirin ku hunera birêvebirina civakê ye."

Remo ev li gotinên xwe zêde kir: "Niha, pergala modernîteya kapîtalîst, di nav aloziyeke kûr de ye ku di şeklê şerê cîhanê yê sêyemîn de derketiye holê. Ev yek bi zelalî di destwerdana leşkerî ya Rûsya li Ukraynayê de xuya bû ku ketiya meha xwe ya 8`an beyî ku çareserî di asoyan de xuya bike. Ev şerên heyî li rex aloziyên avhewayê, germbûna gerdûnê û zihabûn, kontrolkirina dewletan a jêderên çeman mîna dewleta Tirkiyê, Îran û Etyopiyayê, bi awayekî neyînî bandor li Rojhilata Navîn kir ku rûbirûyî birçîbûnê ye heke rewş wisa berdewam bike."

Der barê bandora vê yekê li ser rewşa li herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê de Hesen Remo got: "Ev herêm beşek ji Rojhilata Navîn û Sûriyê ye. Beriya aloziyê, siyasetên nijadperest ên partiya Baas hebûn, di aloziyê de jî êrişên kesên bi navê Artêşa Azad, piştre Cebhet El Nusra û dûre DAIŞ û herî dawî dewleta Tirk a dagirker li ser hebûn. Ji ber projeya Rêveberiya Xweser jî ku dewletên dagirkerên Kurdistanê li djî wê ne, ji hemû aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Ji lew re dê bandora li vê herêmê duqat be."

DEWLETÊN CÎHANÊ NIRXÊN MADEYAN BIHA DIKIN

Li DYA`yê, li gorî Gulana 2021`an, îsal nirxê madeyên xwarinê bi rêjeya ji sedî 10 zêdetir bûye. Nirxên enerjiyê jî bi rêjeya ji sedî 34 bihatir bûne.

Di Tebaxê de hikumeta Urdinê, nirxên sotemeniyê bi rêjeya ji sedî 3.6 heta 4.8 zêde kir. îsal 5 car in nirxê sotemeniyê tê bilindkirin. Li gorî daxuyaniyên hikumetê wê di çend mehên bê de jî dîsa biha bikin.

Li Tirkiyê jî, li gorî Desteya Birêxistinkriina Enerjiyê ya Tirkiyê di destpêka Îlonê de nirxên kehrebe, gaza xwezayî ya malan bi rêjeya ji sedî 20, ji bo beşa giştî û xebatan ji sedî 30 û beşa pîşesazî ji sedî 50 zêdetir bûye.

Desteyê di daxuyaniyeke xwe de got; li gel ku bandora Covid-19’an hîna heye, şerê Rûsya li Ukraynayê dest pê kir. Wî şerî bi xwe re encamên gelek xirab anîn ku bandor li sûkên enerjiyê ya cîhanê bi giştî kir. Tirkiye, bi temamî xwe dispêre dahatan da ku pêdiviyên gaza xwezayî û petrolê dabîn bike.

Şîrketa Tranding Hub Europe ku torên veguhastina gazê li Almanyayê kontrol dike, di 15`ê Tebaxa 2022`yan de li Ratingenê ragihand ku bacên zêde yên dewletê li ser gazê dê bigihêje 2.4 centan.

Li gorî lêkolîneke aborî, hilberînerên madeyên xwarinê û vexwarinê, li Almanyayê, ji destpêka 2021`an ve nirxên madeyên xwe bi rêjeya ji sedî 16.6 zêdetir kirine. Ev bi xwe re bandor li firotina van madeyan kir ku bi rêjeya ji sedî 6 zêde bû.

SÛRIYÊ ÇAWA BANDOR BÛ?‎

Herêmên Sûriyê parçeyek ji krîza aboriya cîhanê ye, lê bandorên wê li gorî cihêrengiya ‎rêveberiyên ku van herêman bi rê ve dibin hatin guhartin.‎

Li gorî herêmên hikumeta Şamê, hikumetê destek ji ser madeyên bingehîn mîna sotemenî, ‎nan rakir û buhayên van madeyan bilind kir, her wiha buhaya veguhastinê, derman û ‎madeyên xwarinê jî bilind kir.‎

Di 25’ê Îlona borî de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR)‎‏ ‏bilindbûna ‎buhaya mazotê li sûka reş şopand û da zanîn ku her bermîlek mazot nêzî milyonek û 300 ‎hezar lîreya Sûriyê ye, lê buhaya her lîtreyek benzîn îstîqrar bûye û bi 7 hezar lîreya Sûriyê ‎ye.‎

Girêdayî mijarê çavkaniyan da zanîn ku şênî peyama guhartina çereyên gazê bi rêya "karta ‎zekiyê" dereng werdigirin, heta 100 rojî dewam dike. Wê jî hişt buhaya guhartina cereya ‎gazê li sûka reş bigihîne 200 hezar lîreya Sûriyê.‎

Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê jî bi qeyrana aboriya Tirkiyê bandor bûn. Komên çete dan û ‎standina bi lîreya Tirkiyê li van herêman ferz dikin.‎

Şîrketa "Watad" a sotemeniyê ya dewleta Tirk a dagirker ku li Idlib û derdora wê dixebite, di ‎Tebaxê de buhaya sotemeniyê careke din bilind kir.‎

Şîrketê di lîsteya xwe ya buhayên nû de diyar kir ku buhaya her lîtreyeke benzînê ji derve ‎tê bû dolarek û 81 sent û buhaya cereya gazê bû 13 dolar û 13 sent.‎

Şîrket eşkere kir ku buhaya mazota ewropî bû 0.935 dolar û mazota ji cureya "baş" bû 0.740 ‎dolar ji her lîtreyekê re, her wiha buhaya her lîtreyeke mazotê parzûnkirî bû 0.550 dolar.‎

Şîrket li ser bilindkirina buhayên sotemeniyê got buhayên petrolê di cîhanê de bilind bûye.‎

Di Adarê de, rêveberiya nanpêjan li herêmên qaşo "Hikumeta Înqazê" ya dagirkeriya Tirk‏ ‏pîvana tûrê nan bêyî tu rewabûnan kir 100 gram û got dê li şûna 750 gramî pîvana tûrê nan ‎bibe 650 gram û tê de 8 nan hebin û bi 5 lîreya Tirkiyê be.‎

HERÊMA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ JÎ BI AZARÊN CÎRANAN BANDOR DIBE

Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi krîza aborî û cîhanê û buhabûna debarê bandor dibe, ‎lê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ji bo sivikkirina van bandoran ‎hewlên berdewam hene. Ew yek bi rêya destekdayîna ji madeyên bingehîn re û ‎dabûnkirina wan ji saziyan re pêk tê da ku bi buhayeke guncaw û kêm bidin welatiyan, ji wê ‎zêdetir jî mûçeyên van herêman ji herêmên din ên Sûriyê zêdetir in.‎

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her kîloyek nan bi 240 lîreya Sûriyê ye, her lîtreyek ‎benzîn jî bi 210 lîreya Sûriyê ye û her lîtreyek mazot jî bi 410 lîreya Sûriyê ye.‎

Bi hevrûkirina di navbera madeyên bingehîn li gelek herêm û dewletan de li Bakur û ‎Rojhilatê Sûriyê ew erzantir in.‎

Li ser vê yekê Hesen Remo wiha got: "Şer û Qanûna Qeyser hişt ku lîreya Sûriyê nirxê xwe ‎winda bike. Lê ji ber ku berhemdana herêmê hema bêje tune ye, made bi pereyên biyanî ji ‎derve tên dahatûkirin. Ev jî welatiyan ku mûçeyên wan têra hewcedariyên hefteyekê nakin ‎asteng dike. Ew rewş bi awayekî pir eşkere li hemû herêmên di bin serweriya hikumeta ‎Şamê de û herêmên dewleta Tirk dagir kirine û pereya tirkî bi kar tîne eşkere ye. Lîreya tirkî ‎li hember pereyên biyanî nirxa xwe winsa kir. Em dikarin bêjin ku li herêmên Bakur û ‎Rojhilatê Sûriyê hinekî rewş ji herêmên din ên Sûriyê baştir e. Ji ber mûçe û kirê ji yên wan ‎herêman baştir in. "‎

Hesen Remo wiha domand: "Rêveberiya Xweser ne ji salekê yan jî du salan ve dorpêçkirî ‎ye, lê ji dema Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’yan ve dest pê kir, dorpêç kiriye. Hikumeta Şamê, ‎dewleta Tirk û desthilatên Başûrê Kurdistanê dorpêç li ser Rêveberiya Xweser ferz kir. ‎Hemû naxwazin ev tecrûbe li vê herêmê bi nûnertiya Rêveberiya Xweser bi ser bikeve. Ji ‎ber ger ev proje bi ser ket, dê derbasî herêmên derdor jî bibe."‎

Remo wiha pê de çû: "Ev dorpêç bandore li herêm ji aliyê dabînkirina madeyên xwarin, ‎derman, parçeyên guhartinê, semad, dermanên kelmêşan û hwd dike. Ji ber li vê herêmê ji ‎hêla hikumeta Şamê û rejîma Basê ve ku ji 1963’yan ve Sûriyê kontrol dikin tu kargeh ‎nehatine avakirin. Bi xwezayî, nepeydakirina madeyan dê bi xwe re bilindbûna buhayan ‎bîne, ew jî ji ber cihêrengiya xwestinê. Ev yek bandorê li rewşa debarê dike."‎

‎‛SIYASETÊN PARTIYA BASÊ BINGEHA KRÎZA LI SÛRIYÊ NE’‎

Rojnamegerê sûrî Hesen Remo li ser rola siyasetên hikumeta Şamê di van krîzan de axivî û ‎ev tişt anî ziman: "Rast e, krîz û şer aboriya Sûriyê wêran kir. lê siyaseta Partiya Basê ‎sedema sereke ya krîzê ye. Ji ber her tişt bi Şamê, Heleb û Humisê ve girê da. Tu girîngî jî ‎nedan herêmên din, sazî û kargeh li ser bingehîna taybetmendiya her herêmekê û ‎dewlemendiya wê nehatin belavkirin. Bo nimûne, petrol li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê ‎parzûngeh li Humisê ye. Pembo li vê herêmê heye, kargehên takstîlê jî li Helebê bûn. Perav ‎bi porteqal û fêkiyan dewlemend e, lê kargehên ava fêkiyan jî li herêmeke din bûn. Paketa ‎xwarin û petrola Sûriyê Partiya Basê bi herêmên nepêşketî bi nav dikir û tu alîkariyeke ‎xizmetguzariyê pêşkêş nekirin."‎

Remo wiha pê de çû: "Niha hikumeta Şamê propaganda dike ku sedema sereke ya krîza ‎aborî ya li herêmên wê, Rêveberiya Xweser e. Lê ji gelê Sûriyê re nabêje ew sedema ‎bingehîn a krîzê ye ku hemû xêr û bêrên van herêman di destê hin kesan de ye. Divê gelê ‎Sûriyê rastiya van siyasetan bizane. Vê hikumetê bi milyaran dolar ji beşên çandinî, ‎bazirganî, tûrîzm û petrolê qezenc dikir, ev pere li ku ne. Bê guman ev pere tenê ji çend ‎malbatên re çûn û gelê Sûriyê jî xizantir dibû. Wê yekê hişt gel serî li hember van siyasetan ‎hilde. Lê destwerdanên dewletên çavnebar hişt ku tiştên van malbatan ji xwe re ava kiriye ‎hilweşe. Di encamê de ji sedî 90 ji sûryan niha di rewşa xizantiyê ya dijwar de ne."‎

‎‛ABORIYA CIVAKÊ, MODELEKE ALTARNATÎF E KU CIVAKÊ JI QEYDÊN KAPÎTALÎZMÊ RIZGAR ‎DIKE’‎

Li gel cezayên navneteweyî yên li ser herêmên Sûriyê û dorpêşa li ser Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang dike ku xwe bispêrin aboriya ‎civakî û pêkanîna xwetêrkirinê.‎

Remo da zanîn ku aboriya civakî modela altarnatîfî aboriya kapîtalîzmê ye ku berhem û ‎buhayan keysbaz dike. Di vê modelê de civak bi xwe sîstema xwe ya aboriyê diyar dike û ‎biryarên rêbazên dabînkirina jiyana xwe dide. Koparatîf jî aboriya civakî xurt dike. Ji lew re ‎em dibînin ku çalakiyên aborî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên tê de ber bi vî alî ve ‎diçin.‎

Hesen Remo wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev koparatîf sûdê ji hev digirin û madeyên xaf ji ‎koparatîfên din re bi buhayeke kêm dabîn dikin. Koparatîfa çandiniyê madeyên xaf ji êm re ‎bi bihayeke kêm dabîn dike, ev made jî ji komeleyên xwedîkirina sewalan re tên dabînkirin. ‎Ew jî berhemên mast û penêr didin. Di encamp de welatî berheman bi buahyeke kêm ‎werdigirin. Ev jî sûdê li civakê dike. Ev e xwetêrkirina ku rejîmên neteweperest naxwazin ‎pêk were, da ku sûdê li civakê nekin û her kole bimîne."‎

ANHA


Mijarên Din