Nakokiya Moskova û Enqereyê pêkanîna agirbestê li Lîbyayê dijwar dike

Moskov têkiliyên xwe girêdayî agirbesta domdar li Lîbyayê zêde dike. Lê nakokiya berjewendiyan di navbera hêzên çalak de dê pêkanîna agirbestê dijwar bike.

Li gorî rojnameya Ereb News a Erebistana Siûdî, di demekê de ku Kremlînê pêkhatina dan û standinan a di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de ji bo pêkanîna agirbesteke yekser li Lîbyayê ragihand, lê mijara ku ev lihevkirin cihê xwe girtiye yan na, bûye cihê pirsan. Her du welat piştevaniya aliyên dijber dikin.

Heta demekê dan û standin li ser asta wezîran dom kir. Lê ji ber hinek pirsgirêkên teknîk hatin paşdexistin.

Di vî warî de şîrovekarê kar û barên Rojhilata Navîn ê Zanîngeha Oxford Samuel Ramanî diyar kir ew ku bi asta çalakbûna agirbestê li ser erdê bi guman e. Ramanî wiha axivî: “Şerê Lîbyayê ji şerê wekîlan di navbera Rûsya û dewleta Tirk de girêktir e. Ruxmî ku di dezgehên çapemeniyê yên rojavayî de tê hêsankirin.”

Samuel Ramanî got Îmarat û Misir girêdayî lihevkirina aştiyê bi dewleta Tirk re dê ji Rûsyayê pirtir dudil bin.

Pispor dibînin ku divê warên hegemonyayê li Lîbyayê bi awayekî zelal werin diyarkirin da ku agirbest bi ser bikeve.  Samuel Ramanî girêdayî xetên sor ên agirbestê texmîn dike ku sarkirina şerê li Sirte û Cefrayê yên ku di bin kontrola artêşa nîştimanî ya Lîbyayê de ne, lezgîn e. Sirte xwedî cihekî stratejîk e, ji ber ku nêzî stasyonên enerjiyê yên li ser beravên Deryayê Spî yên sereke ye. Li Cefrayê jî baregeheke leşkerî ya stratejîk a balafirên Rûsyayê û çekdarên Vagner heye.

Li gorî Ramanî gurkirina nakokiyê ji her du aliyan ve li van herêman dê xeteke sor be û teqezî ji her du aliyan ve tê xwestin ku dê şerê li wan herêman ji nû ve nedin destpêkirin.

Pisporê têkiliyên dîplomatîk ên Tirkiye-Rûsyayê Aydin Sezer texmîn dike ku têkildarî piştgiriya leşkerî ya ku Tirkiye domdar ji hikumeta Wîfaqê re pêşkêş dike, Rûsya bi fikar e û di encamê de şerê navxweyî dê gurtir dike.

Her wiha Aydin Sezer da zanîn ku di halê hazir de divê berî her tiştî Rûsya bi rêya hevpeymana agirbestê ya domdar garantiya aştiyê qezenc bike, ev yek ji bo Fransayê jî derbasdar e û divê Rûsya û Fransa vê doze pêşkêşî Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê jî bikin.

Aydin Sezer ji rojnameyê re daxuyand ku diyalogên têkildarî agirbestê tê wê wateyê ku Rûsya dixwaze deriyê diyalogan ji bo her du aliyan vekirî be.

Êrişa li dijî baregeheke hewayî-stratejîk û neteweyî ya li Lîbyayê sîstema hewayî ya Tirkiyê rûxand û hate ragihandin ku Tirkiye plana mayîndebûnê dike. Êriş piştî du saetan ji serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar ji Lîbyayê re pêk hat.

Aydin Sezer got piştî êrişên Enqereyê têgihêşt ku li ser rûyê erdê rewş hesas e û ne ji berjewendiyê Tirkiyê ku van êrişan pêk bîne, di heman demê de der barê têkiliyên pûc ên li Lîbyayê de divê baldartir be û di encamê de hevpeymana agirbestê ji her demê zêdetir ji Enqereyê re girîngtir e.

Li gorî rayedarê payebilind ê Enstîtuya Alman a Kar û Barên Navneteweyî û Ewlehiyê, Wolfram  Laacher muhtemel e ku Rûsya û Tirkiye bibin navbeynkar û di dawiyê de li Lîbyayê dê bibin lîstikvanên sereke, lê belê têkildarî serkeftina agirbesteke wiha de guman hene.

Wolfram Laacher parve kir ku hêzeke din di nav de DYA`yê, Fransa, Misir û Îmaretê jî dixwaze rê li pêşiya kar û barê Rûsya-Tirkiyê yê li Lîbyayê bigirin û li şûna wê jî dixwazin di bin siya NY`yê diyalogên têkildarî agirbestê bi rê ve biçin. Her wiha bi lêv kir ku ev nîqaş dê însiyatîfên têkildarî agirbestê zehmettir bike.

Li aliyekî din jî mamosteyekî ku li Zanîngeha Londonê semîner dide Bill Park da zanîn ku Moskovê der barê şerê Tirkiyê li Lîbyayê de bi fikar e.

Her wiha destnîşan kir ku Rûsya dixwaze îsbat bike ku tiştên pê karibe ew ê derbas bike û di vê pêngavê de divê Enqere xetereyan rake, di heman demê de divê Rûsya jî li dijî hevpeymanên têne pêşniyarkirin bisekine û dijminahiya di navbera Fransayê û Tirkiyê de îdare bike.

(şx-eh)


Mijarên Din