Nakokiyên Astanayê şerê li herêmên bêçek gur kir

Komên çete bi awayekî dijwar navendên hêzên rejîma Sûriyê li Sehil Xab a bejahiya Hemayê topbaran kirin. Her wiha li bejahiya Idlib û Hemayê balafirên kefşê bi awayekî zêde digerin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku komên çete yên girêdayî odeya çalakiya a "Herid El-Mumînin" piştî êrîşekê, şevê din êrîşî navendên hêzên rejîmê li herêma Meşarî ya Sehil Xab a bejahiya bakurê rojavayê Hemayê kir.

Di navbera her du aliyan de şer derket. Di encama wê de ziyanên mirovî çêbûn. Hat teqezkirin ku herî kêm 4 endamên hêzên rejîmê hatin kuştin, her wiha hinek jî birîndar bûn. Her wiha agahî hatin girtin ku kuştî ji çete û alîgirên wan jî hene.

Şevê din hêzên rejîma Sûriyê bi moşek û topan êrîşî herêmên bêçek kir û topbaran li ser deverên ji Keleha Medîq, bejhiya Cisir Ras, Hêwîz ê Sehil Xab, gundê Kerkat û Sihêriyê yê Cebel Şehşebo, pêk hat. Her wiha di navbera hêzên rejîmê û çeteyan li bejahiya bakurê rojavayê Hemayê li derdora şûnwarên nêzî Keleha Medîq ji ber êrîşeke hêzên rejîmê, şer derket.

Hêzên rejîma Sûriyê şevê din herêmên bajarokê Xiwîn, gundê Zerzûr, Um Xelaxîl, derdora Ketîba Mehcûra ya bejahiya başûrê rojhilatê Idlibê û herêmên din ji gundê Lihaya yê bejahiya bakurê Hemayê topbaran kirin. Îro jî balafirên keşfê li ser asîmanê bejahiya başûrê Idlibê û bakurê Hemayê bi awayekî zêde digeriyan.

Ji aliyekî din ve jî, îro dan û standinên civîna Astanayê ya der barê Sûriyê de bi nakokiyên di navbera dewletên garantor ên têkildarî komîteya destûrê de b idawî dibin.

(bx)


Mijarên Din