Nameya jinan a 8’ê Adarê: Dê destkeftiyên me bibin mîrasa nifşên nû

Jinên kantona Qamişlo bi boneya 8’ê Adarê da zanîn ku "Em wek jin bi destkeftiyên ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tevahî aliyan de bi dest xistine, serbilind in. Dê dîrok ji YPJ’ê re bibe şahid. Bi wê re jî dê mîrase ji nifşekî piştî têkbirina rêxistina terorîst DAIŞ’ê derbasî nifşekî nû bibe."

Çalakiyên şahiyê yên girseyî yên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Bendava Mizgeftê ya li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê bi beşdariya bi hezaran jinên kantonê berdewam in.

Şahiyê bi xwendina perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên der barê jinên azad de û xwendina nameya jinên pêkhateyên Qamişlo dest pê kir. Name bi 3 zimanan hat xwendin. Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd bi zimanê kurdî, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat bi zimanê erebî û endama Yekitiya Suryan Sebah Qeryo xwend.

Name wiha ye:

"Ji tevahî jinên têkoşerên aştî, azadî û wekheviyê re,

Her sal di 8’ê Adarê de tevahî jin Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin. Ew pîrozbahî jî ji bo bîranîna têkoşerên di xwepêşandan, grev û komployan de ne. Her wiha hinan ji wan di oxira başiya rewşên xebata jinan de canê xwe da. Piştre ji bo mafên dengdayîn, hilbijartin û mafên siyasî, wekheviya mafan bi mêran e, canê xwe di kargehên New Yorkê de da û li NY’ê bi rêya gelek xebatan bi encam bûn. Li pey wan hemû xebatan jî biryara navneteweyî derket ku 8’ê Adarê bibe betlaneya fermî û cejna taybet a jinan li ser asta cîhanê.

Îro em wek jin bi destkeftiyên ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tevahî aliyan de bi dest xistine, serbilind in. Her wiha destanên lehengî û qehremantî pêk anîn. Dê dîrok ji YPJ’ê re ku bihatirînên xwe pêşkêş kirine, bibe şahid. Bi wê re jî dê mîrase ji nifşekî piştî têkbirina rêxistina terorîst DAIŞ’ê derbasî nifşekî nû bibe.

Bijî berxwedana jinan a Sûriyê li dijî tevahî şêweyên destpotîk, koletî û keysbaziyê, bijî têkoşîn û berxwedana gelê me li dijî tevahî şêweyên zilmê, bijî berxwedana jinan ji bo azadiya tevahî şêniyan."

Çalakiyên şahiyê bi pêşkêşkirina stran û şanoyê berdewam in.

(fr)

ANHA


Mijarên Din