‘Nameya Ocalan sembola serfirazî û şanaziyê ye’

Şêxê êla El- Sexanî Fewaz El-Bêk got: "Nameya Serok Ocalan rûpelek ji rûpelên dîroka erebî ye ku bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin. Ocalan bi fikrê xwe yê mirovahiyê û bi têgehên xwe yên bilind (samî) azad e.”

Şêxê êla El-Sexanî Fewaz El-Bêk girêdayî navaroka nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku tê de silavek ji êlên Ereb re yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandî, ji ajansa me re axivî. El- Bêk binê gelek xalên ku girîngiya vê nameyê di dilê gelê Ereb de çêkiriye, xêz kir.

‘Nameya Ocalan rastiya girêdana Ereb-Kurd di dirêjahiya dîrokê de xurt kir’

Şêx Fewaz El-Bêk balkişand ser nameya Ocalan ku isbata herî mezin li ser cewherê têkiliyên di navbera gelê Ereb û Kurd de û wiha domand: "Kûrahiya koka vê têkliyê ya dîrokî ji roja avabûnê ve hatibû paşguhkirin. Lê îro ev rastî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dibe. Ev jî bi saya felsefeya Ocalan a ku perde li ser rastiyên dîrokî yên ku deshilatdariyê û amûrên wê veşartine, rakir. Deshiltdariyê hewl da wan têkîliyên dîrokî di navbera gelên herêmê de qir bike."

‘Nameya Ocalan ji bo me cihê şanazî û serfiraziyê ye’

El-Bêk wiha berdewam kir: "Ocalan di nameya xwe de beşek ji êlan Ereban re veqetandiye. Di dîroka erebî de ev ji bo me sembola serfirazî û şanaziyê ye. Îro wek êlên Ereb ên herêmê em pesna vê helwesta dîrokî didin. Divê em wê ji bîr nekin û ji wê zêdetir ne tenê ji bo me wek Ereb, ji tevahiya gelên herêmê û cîhanê re bibe serfirazî."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameya xwe ya ku birayê wî Mihemed Ocalan piştî hevdîtina ku li Imraliyê di rojên Cejna Qurbanê de pêk hatiye de, silav ji êlên Ereb ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şand. Ocalan diyar kir ku dema li Sûriyê bû têkîliya wî bi êlên herêmê re baş bûn.

‘20 sal tecrîd li ser me wekî gel heye lê yê azad di nav me de Ocalan e’

El-Bêk di berdewama gotinên xwe de got: "20 salên tecrîda girankirî ku li serok Ocalan hatiye ferzkirin, bi xwe tecride li dijî gel e. Gelê ku beriya serok Ocalan rastiya dîrokê nizanîbû. Lê Ocalan tenê di nav me de azad e. Tecrîd ne tenê bi dîwaran e lê belê bi hişmendî û zihniyeta azad e."

El-Bêk wiha pê de çû: "Rûxmî ku Ocalan dîlgirtiye, lê em di her kêliyekê de bi hewcedariya wî ne û em li bendê ne da ku me ji qeydên koletiyê rizgar bike. Azadiya Ocalan azadiya her gelekî herêmê ye."

‘Em li bendêne ku Rêbertî rizgar bibe’

Di dawiyê de El-Bêk bi navê êlên Ereb ên herêmê hêvî kir ku Rêberê mirovahiyê rizgar bibe. El- Bêk got: “Da ku bibe murşid û minareya ku rêya gel ronî bike. Bibe pirek da ku gel derbasî azadiya ku di dirêjahiya dîrokê de jê hatiye standin, bibe.”

(şx/bm)

ANHA

  


Mijarên Din