Nameyên derhênerên sînemayê ji bo Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê

Derhênerên sînemayê yên cîhanê û Kurdistanê yên ku bi fîlmên xwe tev li Mîhrîcana Lêlûn bûne, kêfxweşiya xwe ji bo lidarxistina mîhrîcanê rave kir. Her wiha hêvî kirin ku mîhrîcan bibe dengê şêniyên Efrînê li cîhanê.

Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî bi pêşandana kurtefîlm, fîlmên dirêj û belgefîlman didome. Mîhrîcan di 21`ê Îlonê de bi dirûşma “Gulek tenê nabe gulistan” dest pê kir û dê heta 27`ê Îlonê bidome. Mîhrîcan li kampên Berxwedan û Serdemê li kantona Şehbayê li dar dikeve.

Di roja yekemîn de derhênerên sînemayê yên cîhanî û Kurdistanê yên ku bi fîlmên xwe tev li mîhrîcanê bûne, nameyên qeydkirî ji mîhrîcanê re bi rê kirin. Derhêneran bi rêya wan nameyan kêfxweşiya xwe rave kir û piştgiriya xwe bi berxwedana gelê Efrînê li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ragihand. Her wiha destnîşan kirin ku wan fikra lidarxistina mîna vê mîhrîcana mezin di kampan de da ku bala cîhanê bikişînin ser azarên wan, ecibandine.

Derhênerê sînemayê Ehmed Zayrî yê ji rojhilatê Kurdistanê di nameya xwe de got: “Ez berpirsên mîhrîcanê û şêniyên Efrînê di nav kampên Şehbayê de silav dikim. Kesên ku ruxmî zehmetiyan û êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedaneke bêhempa li hemberî dagirkeran nîşan didin û bi israr in ku vegerin axa xwe.”

Derhênera sînemayê Nadrîn a ji rojhilatê Kurdistanê got: “Ez berxwedana gelê Rojava li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û berpirsên mîhrîcanê silav dikim. Hêvî dikim ku gelê me li Rojava di nava aştî û aramiyê de be.”

Derhênerê ji rojhilatê Kurdistanê Behir Rohanî got: “Ez hêvî dikim ku mîhrîcan encamdar be. armancên xwe ji bo ku dengê gelê Efrînê bigihîne cîhanê pêk bîne. Em hêvî dikin ku mîhrîcan ji sûcên dewleta Tirk a ku hewl dide çanda Kurd qir bike, bibe bersiv.”

Derhêner Kîwan Fihmî yê ji rojhilatê Kurdistanê got: “Em dagirkirina dewleta Tirk ji herêma Efrîn û Rojavayê Kurdistanê re şermezar dikin. Em bawer dikin ku ciwanên Efrînê dê axa xwe rizgar bikin. Em hêvî dikin ku Mîhrîcana Lêlûn hemû derhêner, hunermend û sînemager û kesên li azadiyê digerin kom bike û bigihêje asta cîhanî û dengê gelên bindest ragihîne cîhanê.”

Xadoş Yildiz a ji Bakurê Kurdistanê wiha hestên xwe rave kirin: “Em dizanin ku dewleta Tirk a dagirker bi tevahiya rêbazan zextê li şêniyên Rojava dike da ku bide koçberkirin, çand û nasnameya wan qir bike. Em ji ber vê yekê gelek xemgîn in. Lê em baş dizanin ku gelê Kurd hîna li ber xwe dide. Lidarxistina mîna van mîhrîcanan, cureyek berxwedanê li hemberî wan êrişan e. Em silav û hurmeta xwe ji Mîhrîcana Lêlûn û gelê Efrînê re dişînin.”

Derhêner Celaledîn Drubî di nameya xwe de got: “Ez silavên xwe ji berpirsên mîhrîcanê re bi rê dikin û hêvî dikim ku mîhrîcan bi awayekî serkeftî bidome. Her wiha bibe dengê gelê Efrînê û rolek di derxistina dewleta Tirk a dagirker ji Rojava de bilîze.”

Derhêner û lîstikvana ji Fransayê Linda Mecott naveroka fîlmên xwe bi bîr xist û piştrast kir ku navarokên fîlman girêdayî nakokiyên siyasî û qurbaniyên şer û azarên jinan e û bêexlaqiya pergalên desthilatdar û yên dîktator e, di sêrî de dewleta Tirk. Linda got: “Ji bo me serfirazî ye ku em tev li mîna vê mîhrîcanê bûn. Em piştgiriya xwe ji gelê Sûriyê, Rojava bi giştî û gelê Efrînê yê leheng bi taybet re, rave dikin.”

Derhênerê ji Misirê û bi eslê xwe Kurd e; Ehmed Bedirxan di nameya xwe de ev yek got: "Ez lidarxistina Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê li gelê Kurdistanê, nexasim li gelê Efrînê, pîroz dikim, ji ber di demeke wiha de li dar dikeve ku herêm hem dagirkirî û hem di nava dorpêçê de ye. Lê bi saya ciwanan ev mîhrîcan hate lidarxistin. Ez gelek serbilind im ku ji  bo komîteya juriyê li rex komek hunermend û sînemagerên jêhatî hatim vexwendin."

DERHÊNERÊ MISRÎ NEDÎM IZET

Derhênerê ji Misirê Nedîm Izat got ku ew bi beşdariya ji mîhrîcanê re serbilind e, ji ber ku di demeke dijwar de li dar dikeve û hêviya xwe ku şêniyên Efrînê di zûtirîn dem de vegerin xaka xwe rave kir.

DERHÊNER KAMIL HERB JI LUBNANÊ

Derhêner di nameya xwe de wiha got:"Ez gelekî kêfxweş im ku fîlmê min Cebel Ehmer jî para xwe di Mîhrîcana Lêlûnê ya Navneteweyî de girt, di heman demê de ji bo min tiştekî ecêb e ku mîhrîcan li kampa koçberan li dar bikeve, ev nîşaneya israrê ye. Hêvîdar im ku her kesên beşdarî mîhrîcanê bûye armancên xwe pêk bîne û nameya wan bigihêje cîhanê. Li gel vê li ku kîjan welatî dibe bila bibe em piştevanên gelên bindest dikin û em wek gelê Lubnanê girîngiya berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirinê dizanin û hêvîdar im ku mîhrîcan dengê we bigihîne cîhanê tev de."

Derhêner fîlmê Mafên Mirovan Samole Sebastian ê ji Valencia li Spanyayê di nameya xwe de spasiya komîteya amadekar a Mîhrîcana Lêlûn kir, ku fîlmê wî ji bo mîhrîcanê hilbijartine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çîroka flmê girêdayî dostekî min ê kurd e. min xwest gelek çîrokên Kurdan ragihînim cîhanê. Xewna min bû ku gelê Kurd fîlmê temaşe bike. Dizanim ku hûn di demeke gelek dijwar re derbas dibin. Hêvî dikim ku em hev du li axeke Kurd azad bimînin û hêvî dikim ku gelê Kurd azad bibînim." 

DERHÊNER TITO LAURENTI

Tito Laurenti spasiya vê derfetê kir ku bi fîlma xwe beşdarî vê mîhrîcanê dibe û wiha dewam kir: "Em gelekî kêfxweş im ku ev fîlm di mîhrîcanê de were pêşandan. Spasiya her kesê ku tev li lidarxistina mîhrîcana gewre bûye.  Ji ber ku di rewşekê hesas û hestiyar de li dar dikeve û Sûriye di şer re derbas dibe. Lewra hêvîdar im ku dawî li azaran were û her kes vegere warên xwe."

NIVÎSKAR Û DERHÊNER YOLO ROLDAN

Nivîskar û derhêner Yolo Roldan jî axivî û kêfxweşiya xwe raber kir ku bi kurtefîlmekî, aşopî(xeyalî) û zanistî bi navnîşan “Îsm” tev li mîhrîcanê dibe. Ev fîlm li başûrê Amerîkayê Chile hate derhênerkirin û wiha domand: “Niha jî tevî rewşa zor û zehemt ku Sûriye tê re derbas dibe tê pêşandan. Ji vir silavên xwe ji komîteya amadekar a ku mîhrîcan bi rêxistin kir rê dikin û vê yekê dibêjin; ev mîhrîcan cihê şanaziyê ye, ji dil spasiya vê xebatê dikin û heta dawiyê piştgiriya xwe ji gelê Sûriyê re û ji bajarê Efrînê re nîşan didin. Hêvîdar in ku vegerin bajarên xwe yê ku dewleta Tirk dagir kiriye.”

Nivîskara kurtefîlmê Intellectual Induction Miya Munchak jî got: "Ez gelekî kêfxweş im ku orgenîzekerên mîhrîcanê fîlmên me li kampa koçberên bajarê Efrînê yê dagirkirî bidin pêşendan. Cihê kêfxweşiyê ye ku fîlmê min jî cihê xwe di mîhrîcanê de girtiye. Gelek mîhrîcanên mezin ji ber vîrusa Covid-19 hatin rawestandin. Ez spasiya tîma mîhrîcanê dikim ku karekî baş kiriye û ruxmî şertên dijwar ên ku herêm tê re derbas dibe, mîhrîcan zindî kir. Hêvî dikim ku dagirkerî bi dawî bibe û şênî vegerin warên xwe. ez piştgiriya şêniyên Efrînê dikim û hêvîdar im ku mîhrîcanê biecibînin."

Di Mîhrîcana Lêlûn ê Sînemayê ya navneteweyî de dê 58 fîlm li gorî hejmara rojên Berxwedana Serdemê li hemberî dewleta Tirk rojane heta 26`ê Îlonê werin pêşandan.

(şx-eh)

ANHA


Mijarên Din